Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin 2024-05-16 09:01:16   BEDLÎS - Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê wê li Tetwanê hefteyekê li kuçeyekê atolyeya çand û hunerê li dar bixe.    Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê di sala 2022'yan de li Bedlîsê hat avakirin. Di bin banê komeleyê de qurs hatin vekirin. Heya niha bi sedan kes li van qursan perwerdehiya ziman dîtine. Komele niha hewl dide li navçeya Tetwanê atolyeyan li dar bixe.    Ji xebatkarên komeleyê hunermend Cesîm Başboga, anî ziman ku komele ji bo li dijî polîtîkayên li hemberî ziman, çand û hunera kurdî bitêkoşe hatiye avakirin û wiha got: "Me xwest em li dijî lîstikên qirêj ên li hemberî zimanê me û çanda me rabin. Her wiha qursên me yên nû jî dest pê dikin. Heya niha 100 kesî serlêdan kiriye. Hefteya bê wê dewreya me ya nû ya perwerdehiyê dest pê bike."    Başboga bibîr xist ku ji betlaneya dibistanan re hindik maye û got: "Em ê ji bo ciwanan plansaziyekê çêbikin û em ê ji bo wan serlêdanên nû bidin destpêkirin. Ziman, çand û huner nasnameya civakê ne. Lewma em ê nehêlin zimanê me, çanda me û hunera me di nava pergalê de winda bibe. Em ê her hefte li kuçeyeke Tetwanê kargehên çand û hunerê li dar bixin."