Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin 2024-05-16 09:04:23 ŞIRNEX - Di encama serdegirtinên malan ên li navçeyên Cizîr û Şirnexê de 25 kes hatin binçavkirin.  Îro di danê sibehê de polîsan li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de derî hatin şikandin û mal hatin serobinokirin. Di serdegirtina malan de Evîn Kurt û Çelîk Denker jî di nav de bi giştî 25 kes hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê. Tê texmînkirin ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.