Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de biryar were dayîn 2024-05-16 09:34:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Tê payîn ku îro di Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî 108 kes tên darizandin de biryar were dayîn.    Tê payîn ku di danişîna doza ku weke “Doza Komployê ya Kobanê” derbasî dîrokê bû û bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di 6-8’ê cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê hate vekirin de biryar were dayîn. Danişîna doza ku 18 kes jê girtî 108 kes jê tên darizandin dê îro saet 10.00’an de li Girtîgeha Sîncanê ya li kampusê were lidarxistin. Bi tevlibûna Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan dê daxuyanî bê dayîn. Tê payîn ku siyasetmedarên girtî dê tev li danişînê nebin.    GIRTIYÊN SIYASΠ   Navên siyasetmedarên girtî wiha ne: “Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Alî Urkut, Gunay Kûbîlay, Nazmî Gur, Îsmaîl Şengul, Bulent Parmaksiz, Alp Altinors, Sebahat Tûncel, Zeynep Karaman, Zeynep Olbecî, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Dîlek Yagli, Pervî Odûncû, Meryem Adibellî, Gultan Kişanak.