Li Îranê 2 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin 2024-05-16 11:51:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên mafên jinan Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî ku 9 meh in li Îranê girtî ne, li dijî sirgunê dest bi greva birçîbûnê kirin.    Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku aktîvîsta mafên jinan û Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku di tebaxa sala 2023’yan de hatibû girtin, li ser biryara dadger di 14’ê gulanê de sirgunî Girtîgeha Hejmar 209 a girêdayî Wezareta Îtleatê hate kirin. Torê, da zanîn ku Mûradî li dijî vê sirgunê dest bi greva birçîbûnê kir.    Hat ragihandin ku aktîvîsta mafên jinan Pexşan Ezîzî ku bi Mûradî re li heman girtîgehê tê ragirtin jî li dijî sewqkirinan dest bi greva birçîbûnan kiriye.    Werîşe Mûradî di 1’ê tebaxa 2023’yan de li bajarê Sinê û Pexşan Ezîzî jî di 3’yê tebaxa 2023’yan de li Tehranê hatibû girtin. Piştî rapirsîna li Navenda Îtlaetê ya 5 mehan dom kirî, sewqî Girtîgeha Evînê hatibûn kirin.    Bi ser girtina wan re 9 meh derbas bûne lê hêj jî pêvajoya darizandinê nehatiye destpêkirin.