Yilmaz Yavûz piştî 30 salên girtî hate berdan 2024-05-16 13:57:15   ÎZMÎR - Yavûz Yilmaz ê di gelek girtîgehên Tirkiyeyê de 30 salan hatiye ragirtin, ji Girtîgaha Şakran a Îzmîrê hate berdan.    Yavûz Yilmaz (49) ê di gelek girtîgehên Tirkiyeyê de 30 salan hatiye ragirtin piştî ku înfaza xwe temam kir, ji Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hate berdan. Yavûz ê 13 salên dawî di Girtîgeha Şakranê de hatiye ragihandin îro hate berdan. Tevî malbatê, endam û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) Yavûz li pêşiya deriyê girtîgehê pêşwazî kirin. Yavûz ê bi kulîlkan hatiye pêşwazîkirin silavên girtiyan ragihand û bi malbata xwe ve derbasî Manîsaya lê dijîn bûn.    Yavûz di sala 1993’yan de lê Êlihê hate girtin û li Amedê ji hêla Dadgah Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparbûna dewletê” hate darizandin û bi cezayê muebetê hate cezakirin. Yilmaz bi dorê li girtîgehên Êlih, Amasya, Aydin, Bûca û Bolûyê de hat ragirtin.     Yavûz ê 3 meh berê înfazê temam kir lê ji ber ferzkirina poşmantiyê ya lijneya îdare û çavdêriyê qebûl nekir, berdana wî 3 mehan hatibû taloqkirin.