Binçavkirin û girtinên li Wanê hatin protestokirin: Operasyona tolhildanê ye 2024-05-16 15:00:40 WAN - Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî girtin û binçavkirinên li bajar weke “Operasyona tolhildanê” pênase kir û xwest tevek bên berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de, di 13’ê gulanê de bi ser gelek malan de hate girtin û 55 kes bi hinceta tev li çalakiyên protestokirina nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bûne, hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 29 jê piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin girtin. Dozgeriyê jî bi îdiayên “Muqawemeta li dijî polîsan”, “Endamtiya rêxistinê” û “zirardayîna malê cemaweriyê” sewqî dadgehê kir. Ji 29 kesan 15 jê hatin girtin û 14 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Karûbarên îfadegirtinê yên 26 kesan ên li emniyetê jî didomin. Tê payîn ku sewqî dozgeriyê bên kirin.    ‘OPERASYONA TOLHILDANÊ’   Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Veysî Dîlekçî têkildarî girtin û binçavkirinan bi ajansa me re axivî û weke “Operasyona tolhildanê” nirxand.    Dîlekçî, anî ziman ku di saetên serê sibehê de bi ser malên gelek welatiyan de hatiye girtin û hatine bniçavkirin. Dîlekçî, wiha got: “Ev girtin û binçavkirin bi temamî bi hestên tolhildanê hatine kirin û derhiqûqî ne. Heke bang lê bihata kirin ji xwe dê biçûna îfadeyê. Lê ji bo çavtirsandinê bi ser malan de girtin. Di dema binçavkirinê de rastî tundî û miameleya xerab hatin. Her wiha gef li malbatên wan hate xwarin. Derî û pace şikandin û tundiyeke mezin li zarokan hate kirin. Divê îktîdar li dijî bertekên demokratîk ên gel bitehemûl be û rêzê ji bo îradeya gel bigire.”    ‘RÊZÊ BO ÎRADEYA GEL BIGIRIN’   Dîlekçî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hiqûqnas û saziyên di bin sîwaneya demokrasiyê de hatin gel hev, xwedî li gel derkevin û li dijî van girtin û binçavkirinan, bertek nîşan bidin. Em dixwazin kesên binçavkirî û girtî tavilê bên berdan. Walîtî jî her tim biryara qedexeya çalakî û xwepêşandanan dide û nahêle gel mafên xwe yên demokratîk bi kar bîne. Bi qedexeya ji bo 4 rojan a dawî re jî gefê li gel dixwin. Em van biryarên derdemokratîk qebûl nakin. Banga me ew e ku walîtî, wezareta karên hundir û îktîdara AKP’ê dev ji van sepanên xwe berde. Ev gel, gelekî birûmet e û sekna xwe nîşan da. Divê her kes rêzê bo vê seknê bigire.”