Xebatên hilbijartinê ji 3 aliyan ve didome: Curnê Reş ya me ye 2024-05-16 16:41:44   RIHA - DEM Partî ya li Curnê Reş derî bi derî xebatên hilbijartinê dike ev peyam da: “Curnê Reş ya me ye. Me carekê qezenc kir, em ê careke din qezenc bikin.”   Ji ber hilbijartinên li navçeya Curnê Reş (Hîlwan) a Rihayê hatin nûkirin dê di 2’yê hezîranê de gel jinûve biçe ser sindoqan. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di demekî ji hilbijartinê re kêm maye de derî bi derî xebatan dimeşîne. DEM Partiyê îro jî ji 3 aliyan ve xebatên xwe domandin. Parlamenterên DEM Partiyê Huseyîn Olan, Adalet Kaya û Sabahat Erdogan Saritaş jî tev li xebatan bûn.    Şandeya ku Namzetê Hevşaredariya Curnê Reş Serhan Paydaş, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û parlamentera serdema beriya niha Ayşe Surucu di nav de serdana gundê Hesenikê kirin. Şandeya derî bi derî geriya, pêvajoya betalkirina hilbijartina 31’ê Adarê û projeyên xwe vegotin. Adalet Kaya ya li malbateke lê bûn mevan axivî, wiha got: “Gelek projeyên me hene, em ê kooperatîfan ava bikin. Ji hilbijartina hatiye betalkirin divê em zêdetir deng bistînin.”   ‘EM JI BO XIZMETÊ TÊN’    Şandeya ku Garîp Yeşîl û parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan di nav de jî serdana gundên Ûzûncûk û Helwana Êlê Xele kirin. Şandeya ku serdana karkerên çandiniyê yên li zeviyê dixebitin kir, pirsgirêkên ku karker dijîn guhdar kirin. Huseyîn Olan ê li vir axivî, diyar kir ku pirsgirêkên tên jiyîn dê di rêveberiya Şaredariya DEM Partiyê de bên çareserkirin û wiha got: “Projeyên ku em di 5 salan de têxin meriyetê, dê ji projeyên wan ên di 45 salan de nexistine meriyetê zêdetir bibin. Ji bo ku em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin, em ê di 2’yê hezîranê de xwedî li DEM Partiyê derkevin. Hevalên me ji bo xizmetê tên. Curnê Reş ya me ye. Me carekê qezenc kir, em ê careke din jî qezenc bikin.”   DERIYEKÎ KU LÊ NEDIN NAMÎNE   Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş a di baskekî din ê xebatan de cih digire jî li gel Hevserokên DEM Partiyê yên Navçeyê û endamên meclisa şaredariyê serdana gundên Zeqreq, Kanîreş, Hamdûn û Çixrikê kirin. Şandeya ku belavokên ku projeyên DEM Partiyê yên dema şaredarî bidestxist têxin meriyetê belav kirin û diyar kir ku heta 2’yê Hezîranê deriyekî ku lê nedin nahêlin.