Onder: Dê fermana derheqê me de heta nîvsaetekê bê eşkerekirin 2024-05-16 17:03:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder piştî rageşiya li Meclisê axivî û got: “Ez bi daxwaza 38 caran muebbeta giran têm darizandin.”    Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ji ber rageşiya beriya danişîna Doza Kobanê li Meclisê bi AKP’iyan re derketî navber da rûniştinê. Onder, piştre jî ji parlamenterên AKP’î re got: “Ez bi daxwaza 38 caran muebbeta giran têm darizandin. Fermana derheqê me de dê di nava nîvsaetekê de bê eşkerekirin.”