Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn 2024-05-16 18:08:02   MÊRDÎN - Li Mêrdînê kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.    Li Mêrdînê Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn ên li Girtîgeha Amedê di 17'ê Gulana 1982'yan de bedena xw edan ber agir û jiyana xwe ji dest dan û yên di meha Gulanê de di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Bîranîn li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê hat lidarxistin. Malbata Kûrtay û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev lî bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê têkildarî wate û girîngiya rojê de axaftin hatin kirin. Paşê sînevîzyon hat nîşandan.   Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.