Parêzerê Doza Kobanê Aydin: Mirina Boru ji bo danezanê bi kar anîn 2024-05-17 11:26:53   AMED – Ji parêzerê siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin Cîhan Aydin anî ziman ku mirina Yasîn Boru di dozê de wek “perçeyekî operasyona avakirina danezanê” hate bikaranîn.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, derdorên HUDA PAR’ê û medyaya hewzê bi salan e mirina Yasîn Boru yê di çalakiyên ji bo Kobanê hatine lidarxistin de jiyana xwe ji dest daye, bi ser Doza Kobanê ji bo hedefgirtina siyastemedarên tên darizandin bi kar anîn. Dadgeha tevî Boru têkildarî 6 kesên ku jiyana xwe ji dest dane tevî Demîrtaş derbarê 36 kesan bi sedema “nehatiye eşkerekirin ku bersûc sûc kirine” biryara beraetê da.    ‘YASİN BORÎ JI BO OPERASYONA DANEZANÊ BI KAR ANÎ’   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê di dozê de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 12 sal ceza girt û hate berdan. Parêzerê Kişanakê Cîhan Aydin anî ziman ku Boru û hin kesên di bûyerên pêk hatine de jiyana xwe ji dest dane, ji bo avakirina operasyona danezanê hatin bikaranîn û wiha axivî: “Yasîn Borû hin kesên jiyana xwe ji dest danme carekî din wek qûrbanî hatin hilbijartin. Hikûmet xwest bi ser vê yekê civakî amadeyî razîbûna vê dozê kir. Bi mirina van kesan ve qet neêşiyan, bi temamî ji bo van operasyonan, ji bo doza kompasê kirin qûrbanî. Ev yek carekî din derket holê. Rastî ne ev bû. Rejîm ji hêla avakirina danezanê û çewisandina muxalefetê de bû xwedî tecrûbe.”    TUNEKIRINA HIQÛQÊ   Aydin pêvajoya dozê wek “kompas” pênase kir û da zanîn ku ji serî ve ev doz ji bo dîzaynkirina siyasetê, di kurahiyên tarî de hatiye plankirin, ji bo siyasetmedarên kurd derxe derveyî pêvajoyê hatiye bikaranîn û bi bîr xist ku ev rewş ne tenê pêşdîtin û nirxandin e, bilêv kir ku ew bi temamî bi nîşandana delîlan vê yekê derxistine holê.    Aydın biryarê wek “tunekirina hiqûqê” pênase kir û got ku di biryarê de derveyî hiqûq û edaletê her tişt heye. Aydin diyar kir ku bi biryara hatiye dayîn “kompas bi dawî nebûye û axaftina xwe wiha domand: “Wek hiqûqas têkoşîna me heya ku edalet were pêkanîn, heya ku muwekîlên me azad dibin dê bidome.”   ‘BENDEWARIYA NERMBÛNÊ VALA DERKET’   Aydin bal kişand ser hevdîtinên di navbera AKP û CHP’ê de dom dikin û gotina “gava nermbûna siyasetê” ya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan . Aydin destnîşan kir ku desthilat bi vê yekê bendewarî ava kir û got ku ev bendewarî di Doza Kobanê de vala derket. Aydin di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku desthilat ji bo serweriya xwe bidomîne dê bikaranîna danezana“nermbûnê” bidomîne.