Hiqûqnas: Em cezayên bi darizandinên sexte hatine dayîn nas nakin 2024-05-17 13:10:49 STENBOL - Rêxistinên hiqûqê yên bertek nîşanî biryara Doza Kobanê dan, wiha gotin: “Em cezayên bi pêvajoyeke darizandinê ya sexte hatine dayîn nas nakin.”   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên Ji bo Edaletê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Hiqûqnasên Beşdar, Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) ji bo protestokirina biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn, li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan.    Gelek parêzer û nûnerên saziyan tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê dirûşmeyên “Kobanê neket, dê nekeve” , “Bijî berxwedana Kobanê” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” hatin berzkirin.   ‘EM Ê LI DIJÎ TARÎTIYÊ TÊBIKOŞIN’    Rêvebera Şaxa OHD’a Stenbolê Rûken Kalin, diyar kir ku di pêvajoya Doza Kobanê de gelek bêhiqûqî pêk hatin. Kalin, destnîşan kir ku mutala ji heqîqetê dûr e û wiha got: “Cezayên di ‘Doza Komployê ya Kobanê’ ku ji bo daxwazên demokratîk û rewa yên gelê kurd bên tepisandin ji aliyê desthilat AKP’ê û MHP’ê hate vekirin de hatine dayîn helbet di encama biryara siyasî ne. Ya ku desthilat dixwaze bi vê dozê pêk bîne ew e ku hewl dide bingeha rejîma yekperest dane. Siyaseta înkar û îmhayê ya ku bi darizandinên sexte yên di sedsala yekemîn a Komarê de li ‘Dadgehên Îstîklalê yên Şarkê’ li ser gelê Kurd dihat ferzkirin, hewl tê dayîn bi 'Doza Komploya Kobanê' ya di sedsala duyemîn a Komarê de bê dewamkirin.”   Kalin, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em diqîrin ku em ê li dijî barbarî û tarîtiya DAIŞ’ê parastina azadî û ronîkirinê bidomînin, em cezayên ku bi pêvajoya darizandinên sexte di ‘Doza Komployê ya Kobanê’ de ku bi têgihiştina hiqûqa sûc a dijminane hatine dayîn, nas nakin û em ê li dijî vê tarîtiyê têbikoşin.”