Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne 2024-05-18 09:09:27   SÊRT - Muhsîn Beydoganê ku 18 sal in mêşvaniyê dike, anî ziman ku ji ber bihabûna amûran û ji ber "ewlehiyê" ku nikaribin biçin zozanan, êdî hatine asta ku nikaribin bixebitin.    Mêşvaniya ku tê texmînkirin dîroka wê nêzî 15 hezar sal e, îro di şert û mercên pir dijwar de tê kirin. Her ku krîza aborî kûrtir dibe, mêşvan hem di warê kirîna amûran de hem jî di warê firotina berheman de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Ji ber ku mêşvan ji ber ku dixisirin, ketina nava fikira ku dest ji mêşvaniyê berdin.    Em têkildarî rewşa mêşvaniyê bi Muhsîn Beydogan re axivîn ku 18 sal in li Sêrtê mêşvaniyê dike.    Beydoganê ku kewarên mêşan bi keys dikir û têkildarî karê xwe diaxivî, anî ziman ku di Adarê de hêdî hêdî mêşan zêde dikin û got ku car heye mêşan ji Çûkûrovayê tînin û bi van mêşên sereke cihan çêdikin. Beydogan da zanîn ku ew meha Hezîranê jî diçin zozanan û got ku meha Cotmehê jî çêkirina hingiv bi dawî dibe. Beydogan dîsa da zanîn ku ew ji kewareke asayî 10 kîlo û ji kewareke reş jî 5 kîlo hinguv bi dest dixin.    HERÊMÊN QEDEXE   Beydogan diyar kir ku di çûna zozanan de pirsgirêkên wan ên cidî hene û got ku di bin navê "ewlehiyê" de qadên mêşvaniyê yên herî berhemdar hatine qedexekirin. Beydogan anî ziman ku welatî neçar in li kêleka rê ya ji herêma Bedlîsê heta Wanê hilberînê bikin û got: “ Eger hûn bixwazin hingivê organîk hilberînin, divê hûn biçin wan herêmên ku hûn jê re dibêjin 'herêmên qedexe'. Ji ber ku ew dever qedexe ne, vê carê divê hûn mêşên hinguv bi şekir têr bikin da ku nemirin."   Beydogan bilêv kir ku êdî hinguv bûye tiştekî "luks" û ji ber wê jî mirov nikarin wî bikirin û wiha got: "Kîloya hingiv 250-300 TL ye. Lê bihayê sindoqekê 1200 TL ye. Kîloya kewarekê 250 TL ye. Şekirê ku em ji bo payizê û biharê bi kar tînin kîloya wî hezar û 500 TL ye. Lê hinguv pere nake. Em hewl didin debara xwe bi vî awayî bikin. Ez ê îsal jî biceribînim, lê ger wiha bidome ez ê dets ji vî karî berdim. Mesrefekî zêde yê mêşvaniyê heye."   Beydogan anî ziman ku divê demildest qanûnek der barê mêşvanan de bê derxistin û piştgiriya mêşvanan bê kirin û wiha got: “Çend komeleyên mêşvanan hene lê têra xwe nikarin xebatê bikin. Ji ber ku ew li ser kaxezan projeyan çêdikin. Proje li ser kaxezê çêdibe û temam dibe, lê tenê hin kes qezenc dikin. Lê mixabin mirov bi tu awayî nikare jê sûd wergire. Em nikarin çareyekê bibînin. Ger ev pirsgirêk bidomin, em ê nikaribin karê xwe bikin."      MA / Rûkiye Adiguzel