Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye 2024-05-18 09:10:16   STENBOL - Ahmet Farûk Unsal ku cezayê di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hat birîn nirxand, got: "Ger armanca wan û tolhilanîna DAIŞ'ê hebe, ev hewldaneke bêhûde ye. Ji lew re DAIŞ, li hêla têkûçûyînê ya cîhanê cih girt û tevgera kurd jî li hêla rast cih girt."    Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî di nav de 108 tê de hatin darizandin, duh biryar hat dayîn. Di dozê de ku 18 jê girtî 108 kes tê de dihatin darizandin, bi sedan sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hat birin. Bertekên li dijî biryara cezakirinê didomin.    Siyasetmedar û aktivîstê mafên mirovan Ahmet Farûk Unsal ku demekê di nava AKP'ê de siyaset kir û yek ji damezrînerê Partiya DEVA'yê ye, biryara di Doza KObanê de hat dayîn nirxand.    ‘DEKLARASYONA DESTHILATA SIYASÎ'   Unsal diyar kir ku her çend biryara Doza Kobanê ji aliyê dadgehê ve hatibe dayîn jî, bi qanûnî nayê ravekirin û got: “Ev biryar wê li gel pêvajoyên Dadgeha Bilind were nirxandin, lê ev biryar di çarçoveya bendewariya siyasî de ye. Plana ku dixwaze siyaseta kurd krîmînalîze bike û di nav sînorên qanûnî de nikaribe siyasetê bike. Ji ber ku me nedît ku ev hikûmet ne biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ne dadgeha navneteweyî ne jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cidî digire. Wisa xuya dike ku ew deklarasyoneke detshilata siyasî ye ku wê wekî biryareke dadgehê xwendin."    Ahmet Farûk Unsal   'HEWLDANEKE BÊHÛDE YE'   Unsal îşaret bi wê yekê kir ku bi cezayên giran ên li ser siyasetmedaran hatine birîn hatine dayîn tê xwestin ku pergala siyasî û destleftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên krîmînalîzekirin û got: "Bi van biryaran dixwazin serketian li wir pûç bikin. Lê a rast, ez bawer nakim ku DAIŞ êdî bibe wekî hêza xwe ya di navbera 2014-2015'an de. Ji lew re DAIŞ, li hêla têkûçûyînê ya cîhanê cih girt û tevgera kurd jî li hêla rast cih girt. Ger armanca wan û tolhilanîna DAIŞ'ê hebe, ev hewldaneke bêhûde ye."     Unsal destnîşan kir ku ya hatiye kirin xirabiyeke gelekî mezin e ku li Tirkiyeyê hatiye kirin.    MA / Îbrahîm Irmak