Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir 2024-05-18 09:38:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Goran têkildarî biryarên di Doza Kobanê de ji DEM Partiyê re peyam şand û cezayên hatine birîn şermezar kir. Di peyamê de hate gotin ku rêya çareseriyê bidawîkirina tecrîdê û guftûgo ye.    Di danişîna biryarê Doza Kobanê de ku 18 girtî bi giştî 108 siyasetmedar bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê yên di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatibû vekirin, cezayên giran li siyasetmedaran hatin birîn. Ji Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş re 42 sal û ji Fîgen Yuksekdag re jî 30 sal cezayê hefsê hate birîn. Her wiha li dehan siyasetmedaran jî bi sedan salan ceza hate birîn. Bertekên li dijî biryarên dozê hem li welat hem jî li derveyî welat didomin.    Navenda Rêveberiya Tevgera Goran têkildarî biryarên doza Kobanê ji Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re şand. Bizava Goran di peyama xwe de destnîşan kir ku pirsgirêka kurd yek ji mezintirîn û sereketirîn pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û di nav de jî Tirkiye û bakurê Kurdistanê ye. Bi domdarî wiha hate gotin: “Mixabin dewleta Tirkiyeyê bi berdewamî çavên xwe ji çareserkirina vê pirsigirêkê re girtiye û hewl dide bi ji nedîtî ve nêzîkî vê babetê bibe.”   ‘EV BIRYAR TENÊ BI KÊRÎ KÛRKIRINA ALOZIYAN TÊ’    Peyam wiha didome: “Di nûtirîn pêşhatê de, Dewleta Tirkiyeyê sizayên giran bi ser rêvebir û serkirdeyên kurd ên partiyên kurdan li bakurê Kurdistanê ya li ser Doza Kobanê de sepandiye û vê yekê bûye sedema aloztirbûna rewşa kurdan li Tirkiyeyê. Bêguman hewldanên wisa ne di berjewendiya Tirkiyeyê de ye û ne jî pirsa kurd bi vê rêbazê çareser dibe, bi van pêngavan tenê qeyran kûrtir dibin û rê ji çareseriyeke aştiyane û demokratîk re tê girtin.   SEDEMÊN QEYRANAN ÊRIŞÊN LI DIJÎ KURDAN E    Em weke Bizava Goran her dem di vê baweriyê de ne ku pirsa kurd li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê pirseke siyasî ye û divê bi rêbazên diyalog, aştiyane û demokratîk bê çareser kirin. Bêguman rêbazên ku niha dewleta Tirkiyeyê girtiye ber xwe (rêbazên weke şer, operasyonên leşkerî û siyasî, êrişên ser nasname û hebûna kurdan) sedemên sereke ya qeyranên mezin yên wî welatî ne.   EM BIRYARÊN HATINE SEPANDIN BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN   Em weke Bizava Goran biriyarên ku li ser siyasetmedarên kurd (nexasim yên HDP’î) hatine sepandin bi tundî rexne dikin û careke din tekezî li vê yekê dikin ku yekane rêya çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, bidawîkirina tecrîd, destpêkirina pêvajoya diyalog ya aştiyane û demokratîk e.”