Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin 2024-05-18 13:48:46 MÊRSÎN - Berdana girtiyê nexweş Alî Şen ê 31 sal in girtî ye û di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Yozgatê dê tê ragirtin, bi hinceta “poşmantiyê” qebûl nekiriye cara çaremîn hate taloqkirin.  Berdana girtiyê nexweş Alî Şen ê 31 sal in girtî ye û di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T ya Yozgatê de tê ragirtin, cara çaremîn hate taloqkirin. Şen diviya di 16’ê gulanê bihata berdan lê berdana wî ji ber ferzkirina poşmantiyê ya Lijneya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) cara çeremîn hate talokkirin.    Kurê wî Îsmaîl Şen bertek nîşanî taloqkirina berdana bavê xwe da û diyar kir ku pirsên wek, “Gelo hûn PKK’ê wek rêxistina terorê dibînin?, Gelo hûn poşman in? ji bavê wî pirsînê. Şen destnîşan kir ku berdana bavê wî ji ber bersivên pirsan, cara çaremîn hatiye taloqkirin û wiha axivî: “Nexweşiyên bavê min ên behçet, made, bêhnçikî, û bronşîtê hene. Poşmantiyê li bavê min ferz dikin, dema qebûl nekir jî berdana wî taloq dikin. Ev ek hiqûqî nîn e. Ji ber cezayê bavê min xelas bûye. Hem bavê min hem jî wek malbat em bi awayekî keyfî  tên cezakirin. Em dixwazin demildest bavê min were berdan.”    DERBARÊ ALÎ ŞEN DE   Alî Şen di sala 1993’yan de li Mêrsînê hate binçavkirin û piştre jî hate girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê derbarê Şen de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “xerakirina tekitî û yekparbûna dewletê” cezayê muebetê birî. Şen bi dorê li girtîgehên Meletî, Yozgat, Konya, Eskîşehîr Tarsûsê de ma û niha di Girtîgeha Yozgatê de tê ragirtin.