ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN 2024-05-19 09:00:02   * Helbestvan Berken Bereh destnîşan kir ku divê hemû zimanên di hedefa serdestan de bên parastin û got: "Hemû kesên dixwazin gelê xwe biparêzin pêşî divê zimanê xwe biparêzin."    * Naîf Îşçî yê di 14 saliya xwe d eli Cizîrê hat girtin, ji ber "poşmanîtiyê" qebûl nekir, berdana wî cara 4'an hat taloqkirin. Dayik Nebahat Îşçî got: "Ma kurê min çi kiriye ku poşman bibe?"   * Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn ku bertek nîşanî biryara Doza Kobanê da, diyar kir ku divê doz bê xerakirin û Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses jî anî ziman ku dozê veguheriye amûreke cezakirinê ya kolektîf.    * Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li navçeya Periyê dê bidomin. (10.00-17.00)   * Li Amed û Enqereyê dê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî çalakî bên lidarxistin. (13.30-19.30)   * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê biçin serdana Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û piştre daxuyaniyê bidin. (14.00) ZINDÎ   * Xizmên girtiyan ên li Stenbolê dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)