Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt> 2024-05-19 15:06:40 ENQERE - Biryara Doza Kobanê li Konya û Şirnexê hate protestokirin. Di çalakiyan de biryar weke darbeya siyasî hate nirxandin û wiha hate gotin: “Tu hukmê wê nîne.”  Protestokirina biryara Doza Kobanê ku bi sedan sal cezayê hefsê li siyasetmedaran hatin birîn didomin. Îro jî li Konya û Şirnexê gelek kesan bi çalakiyan biryar protesto kirin.    KONYA   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Konyayê biryara Doza Kobanê protesto kir. Daxuyanî li avahiya rêxistinê ya bajar hate lidarxistin û endam û rêveberên partiyê tev li bûn.    Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Mulla Şîmşek di daxuyaniyê de got ku biryara Doza Kobanê de di dîrokê de weke rûreşiyekî hiqûq û darazê cihê xwe girtiye û wiha got: “Di demekî ku çete, mafya li kolanan bi rehetî digerin, di demekî ku kesên kurd di bîrên asîtê de qetil kirin, dozên JÎTEM’ê ku faîlê bi hezaran cînayetên kiryarnediyarin tên pakkirin de kurd, şoreşger û sosyalîst tên cezakirin. Daraza AKP-MHP’ê li Sîncanê qirkirineke din a hiqûqê kir. Bi sedan sal cezayên hefsê dan siyasetmedarên kurd. Li Tirkiyeyê bi navê hiqûqê tu tiştek nema ye. Di Doza Kobanê de darbeyeke din a hiqûqî û siyasî hatiye kirin.”    BIRYARDARIYA DOMANDINA TÊKOŞÎNÊ    Di berdewamê de Şîmşek anî ziman ku di serdemeke ku peyamên asayîbûnê tên dayîn de îktîdar hewl dide siyaseta gelê kurd, şoreşger û demokratan ji holê rake û wiha bi dawî kir: “Lê belê bila baş bizanin ku kurd, kedkar û xizan mîna her demê dê dîsa li qadan mil bidin milê hev û van biryarên qirêjî vala derxînin. Em ê teqez rojekê hevalên xwe azad bikin. Îktîdarê bi vê biryarê careke din nîşan da ku li cem DAIŞ’ê cih digire. Lê dê têkoşîna me bidome û em û gelên bindest dê bi hev re bi ser kevin.”    ŞIRNEX    Rêxistina DEM Partiyê ya Cizîr a Şirnexê têkildarî biryara Doza Kobanê li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hate vekirin.    Metna daxuyaniyê ji aliyê rêvebera DEM Partiyê Dîlber Kûçûk ve hat xwendin. Kûçûk, diyar kir ku heta ku aştiyeke bi rûmet mayinde dibe ew ê tebikoşin û wiha axivî: “Desthilatdariya AKP û MHP’ê têkoşîna kurdan a di siyaseta demokratîk de ji bo xwe xeternak dibîne û her tim siyaseta me ya demokratîk asteng dike. Bi girtina rêveberên me siyasî, parlamenter û şaredarên me hewl dide me ceza bike û teslîm bigire. Lê tiştek ji bîr dikin ew e ku gelê kurd tu carî serî li ber zext, girtinan serî netewandiye û natewîne. Em ji vir careke din diqîrin ku tevî hemû zilm û neheqiyên we em dest ji siyaseta demokratîk bernadin, heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê ji parastina aştî û demokrasiyê gavekê jî bi paş ve neavêjin em ê aştiyê bînin vî welatî.”    Piştre jî girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.