Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ 2024-05-19 16:00:20 STENBOL - Bi sedan kesan bi pêşengtiya xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin û bal kişandin ser tecrîdê.  Xizmên girtiyan ên li Stenbolê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Komeleya Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.    BAL KIŞANDIN SER TECRÎDÊ   Bi sedan kesên bi çepik û tililiyan meşiyayîn pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, pankarta “Ji bo şikandina tecrîdê deng bide azadiyê” hilgirtin û pêşmalkên “Tecrîs sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Maf, hiqûq, edalet” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, em li pêşiya girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar dixin.”