Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye 2024-05-19 17:03:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku helîkopterekî ji konvoya Serokkomarê Îranî Îbrahîm Reîsî ketiye û ji Reîsî agahî nayê girtin. Televîzyona Dewletê ya Îranê daxuyand ku helîkoptera ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî tê de bû qeza kir. Hat destnîşankirin ku helikopter bi awayekî hişk ketiye xwarê. Televîzyonê ragihand ku di konvoya Reîsî de 3 helîkopter hebûne û helîkopterên ku rayedarên hin wezîran dibirin, bi awayekî ewle gihiştine cihê ku dê biçûna. Hat gotin ku qeza di navbeta sînorê Îran û Azerbaycanê de pêk hatiye. Li aliyê din Ajansa Nûçeyan a Fars diyar kir ku hinek kes piştî çend deqeyên qezayê bi meleyê Înê yê Tebrîzê Muhammed Alî El Haşîm ê bi Reîsî re ku bi heman helîkopterê de bû, bi telefonê axivîne lê anî ziman ku niha nikarin xwe bigihîninê.