Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin 2024-05-20 10:36:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di qezaya helîkopterê de mir. Cîgirê wî Muhammed Muhbîr li şûna wî hate tayînkirin.    Helîkoptera ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî tê de bû, şevê din li herêma çiyayî ya eyaleta Azerbaycana Rojhilat ket. Enqaza helîkoptera ku Wezîrê Karên Hundir Huseyîn Emîr Abdullahiyan jî tê de bû hate dîtin. Li gorî daxuyaniya fermî ya Îranê, kesên di helîkopterê de mirin.    Li gorî daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Îranê Hadî Taha Nazîf ya di IRNA’yê de; piştî teqezbûna mirina Reîsî, dê peywirên îdarî yên Reîsî cîgirê wî li xwe bigire. Bi vê yekê re cîgirê yekemîn ê serokkomar Muhammet Muhbîr li şûna Reîsî hate tayînkrin.