DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe 2024-05-20 16:34:40 RIHA - DEM Partiyê li navçeya Curnê Reş ku dê hilbijartin lê bê dubarekirin lez da xebatên xwe û çû serdana esnaf û şêniyên taxan.    Hilbijartina şaredariyê ya navçeya Curnê Reş a Rihayê dê di 2’yê hezîranê de bên dubarekirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li navçeyê lez da xebatên xwe. Parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, Sînan Çîftyurek û Mahmût Dîndar û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Buak jî tev li xebatan bûn. DEM Partî ji 4 baskan ve çû serdana esnafan û şêniyên tax û gudan.    Şandeya ku Beştaş jî di nav de bû, çû serdana esnafên li ser Cadeya Ozzolu Bozanbey. Di serdanê de belavokên ku projeyên DEM Partiyê vedibêjin hatin belavkirin.    Baştaş, di serdanê de şewitandina sindoqan bi bîr xist û wiha got: “Bi gotinên em ê bişewitînin, birûxînin û betal bikin heqaret kirin. Gel jî dê di 2’yê hezîranê de bersiva wan bide.” Esnafekî jî wiha got: “Me çawa ku di 31’ê adarê de ev zîhniyeta dizek têk biribe, dê di 2’yê hezîranê de jî wisa bikin. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe. Divê her kes bipirse bê ka çima hilbijartin hate betalkirin û dengê xwe li gorî wê bide.”    DEM Partiyî piştre jî çûn serdana atolyeya tekstîlê ya li Taxa Nû. Li vir DEM Partiyiyan wiha gotin: “Ji ber ku AKP’iyan sindoq şewitandin lewma hilbijartin hate betalkirin.” Partiyiyan piştre jî li pirsgirêkên xebatkarên atoloyeya tekstîlê guhdarî kirin.    XEBATÊN LI GUNDAN   Şandeya ku hevşaredar Bucak û namzetê hevşaredariyê yê Curnê Reş Garîp Yeşîl jî di nav de bû, çûn serdana gundên Demoxlû û Bûxûrê. Parlamenter Mahmût Dîndar û namzeta hevşaredariyê Serhan Paydaş jî çûn serdana gundên Hanmaxar û Dindekê. Şandeya Parlamenter Sînan Çîftyurek û hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê di nav de jî li gundên Fîq û Qulapliyê xebatên xwe meşandin.