Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin 2024-05-20 16:54:30 DÊRSÎM - Tifaqa Dêrsimê û DEM Partiyê ji bo hilbijartina şaredariya bajarokê Periyê ku dê di 2’yê hezîranê de bê dubarekirin, derî bi derî, gund bi gund xebatan dimeşînin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tifaqa Dêrsimê ji bo hilbijartinên şaredariya bajarokê Periyê ya Dêrsimê ku dê di 2’yê hezîranê de bên dubarekirin, li tax, gund û mezrayan xebatên xwe didomînin. Namzetên hevşaredariyê Naciye Aslan û Orhan Çelebî û Parlamentera DEM Partiyê ya bajar Ayten Kordu û rêveberên partiyên siyasî jî di xebatan de cih girtin.    Şande, li gundê Kuşçuyê û mezraya wê ya Tilê mal bi mal xebat meşandin û bi gel re civiyan. Di serdanê de welatiyan pirsgirêkên xwe vegotin. Şandeyê jî got ku dê tevî gel hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin.    ‘SIYASETA QEYÛM BI SAYA BERXWEDANÊ VALA HATE DERXISTIN’   Parlamenter Ayten Kordu da zanîn ku li Periyê qeyûm hatibû tayînkirin û wiha got: “Perî ya me ye û îradeya me hatibû xespkirin. Ji bo me bi saya berxwedana li Wanê polîtîkaya qeyûm bi temamî vala hate derxistin. Em jî dê careke din li Periyê bi ser kevin û xwedî li vîna xwe derkevin. Em kevneşopiya wê siyasetê ne ku di Doza Kompasê ya Kobanê de serî netewand.”