Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin 2024-05-21 09:03:07   NAVENDA NÛÇEYAN - 210 roj in tu agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin. Hevalê wî yê rojnamevan Araz Îbrahîm diyar kir ku PDK dixwaze bi vê şêwazê dengê heqîqetê bide bêdengkirin û got: "Çapemeniya azad dê teslimî PDK’ê nebe. Cihê şermê ye ku li Kurdistanê rojanemegerekî kurd ji aliyê hêzeke kurd ve bê revandin."    Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmeha 2023'yan de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 210 roj in agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîn e.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de wekî edîtor dixebitî. Agahînestandina ji Ehmed bi xwe re bûye cihê guman û fikaran.    Rojnameger Araz İbrahim têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.    'KUŞTIN, GIRTIN Û WINDAKIRIN HATIYE NORMALÎZEKIRIN'   Îbrahîm diyar kir ku PDK bi agahînedayinê zagonan binpê dike û sûc dike û wiha axivî: "Zêdetirî 200 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê asayişa PDK ê ve hatiye revandin. Ev ji tawaneke li diji qanunên rojnamevani û mafên mirovan. Lê belê PDK’e di mêjiyê xwe de heya niha guh nedaye yasayek ku li gel kar û prensibê wan ne guncav be û her mafeke rojnamegeriyê binpê kir. Ji ber wê revandina Rojnameger Silêman Ehmed û kuştina rojnamegerên kurd li vê derê hatiye normalîzekirin. Rojnamevan Silêman Ehmed bê destûr li deriyê Sêmalka derbas nebûye, lê dema ku ji rojavayê Kurdistanê vedigere Başûrê Kurdistanê rexmi hemû rêkarên qanunî  jî disa ji aliyê çekdarên PDK ê ve tê revandin, ev jî tişteke sosret e. Ev tişt dê weke lekeyek reşe di nav eniya PDK ê de, ku hertim bangawazi dike û dibêje li gel me demokrasi heye û em hertim piştivanîn ji bo rojnamegeri azad û mafê rojnamevanan, lê belê ji derveyi van hemûyan û di heman demê de girtina çalekvanên behdînan ku di salên berê de dibin desthilata hukmê binemali de encam da. "   Rojnamevan Araz Îbrahîm    'ROJNAMEGER YAN TÊN GIRTIN YAN JÎ TÊN KUŞTIN'   Îbrahim di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku keseke ku weke PDK'ê nefikire yan tê girtin yan tê kuştin û wiha got: "Ev jî nîşana wê ye ku PDK û desthilatdariya wê  û nunerên wan yên di nava hikumetê da tiştek nine ku bicih binin bi ser navê mafê mirov, mafê rojnamevanan ji ber ku hişmendiya eşîr û binemale wextê ku hukum dide ev encam derdikeve PDK ti zagonê xwe pêk nayine. Ji bo wê jî carek din dibêjim revandina Silêman Ehmed wê hertim wek damgayek reş di nav çavê PDK e û destilhatdariya Mesrur Barzanî  ê ku her tim xwe weke hêzeke demokrat bi nav dikin.  Herêma Kurdistanê  ji bo rojnamevanan û azadîxwazan ciheke xetere ye. Helwesta PDK’ ê ya li beramberî rojnamevanan ne zelale. Di demên derbasbûyi de PDK ê bi rengekê kar kiriye, her rojnamevanek ku bi xwesteka xwe ji ragihandinên ser bi PDK ê ve dur ketibe ji aliyê PDK ê ve yan tên girtin, revandin yan jî tên qetilkirin. Nimûneyên vê  gelek in.  Yek ji van rojnamevan Serdeşt, Osman, Vedat Hisên ku bi îşkence kirinê ji aliyê çekdarên PDK ê ve hatine qetilkirin. Niha ji nimuneyên zindi hene ku gelek rojnamevan di zindanên PDK’ê de ne.Yek ji wan Şêrwan şêrwanî, Qehreman Şukri û Silêman Ehmed e. Ev ji nîşana wê çendê ye PDK a ku navê xwe kiriye Partiya demokrat  di hûndirê wê de  tişteke bi navê demokrasiyê nîn e."    'PDK HER KESÊ KU NE WEKE WAN DIFIKIRE WEKE NEYAR DIBÎNE'   Rojnameger İbrahim anî ziman ku PDK bi van polîtîkayan dixwaze ku dengê heqîqetê bêdeng bike û wiha domand: "Lê di heqiqetê de tiştek binavê demokrasiyê dinav PDK ê de nine. Ev şêwaz û muamale kirina PDK ê ya li beramber rojanamevanan tenê ji bo berjwendiyên xwe dike. Wek çawa dewleta dagirker ya tirk êrişî çapemeniya azad dike,  PDK ji bi heman şêwazî li başurê kurdistanê êriş dike. PDK zext li rojnamevanan, li azadixwazan gef dixwe û dixwaze ku bi van re tevbigerin. Kesekê ku li cem wan cih negire jî lista terorê de dinivîsin û li ser van dehan senaryoyan ji wan çêdike. Ew kesên ku niha di girtigehên PDK’ê de ne çi rojnamevan, dengê azadixwaz, çalekvan û ew kesên ku liser siyasetê hatine girtin hemu qurbaniyên destê desthilatdariya PDK’ê ne.Tirsa PDK’ê ji rojnamevanên azad di dema raperina gelê Başurê Kurdistanê û pişti ruxandina rejima Baas ya Saddam Hisên de zêde buye. Ji ber ku PDK dengeke azad, dengeki dijber û rexnegir qebul nake. PDJ dibêje em çibêjin divê herkes bicih bine û em çibikin divê herkes qebûl bike. Ji bo wê bi vî rengî kar dîkin. Bi rengekî xwe liser gel dide ferzkirin lê bi derketina dengê azad û rojnamevanên azad li başurê kurdistan ev bu astengek li pêşiya PDK ê. Ji bo wê niha tirsa PDK’ê rojnamevanên azad in. Ji ber ku qirêjiya wan çapemeniya azad derdixe holê.    'PDK JI ÇAPEMENIYA AZAD DITIRSE'   Araz İbrahim da zanîn ku bi saya çapemeniya azad polîtîkayên PDK'ê yê li herêmê tên teşhir kirin û ev tişt got: "Hevkariya PDK'ê ya lojîstîk, eskeri ya bi dewleta tirk re ku bi berdewame çapemeniya azad teşhîr kir. Ev jî bûye sedem ku PDK her tim ji çapemeniya azad bitirse. Çapemeniya azad dê teslimî PDK’ê nebe. Cihê şermê ye ku li Kurdistanê rojanemegereke kurd ji aliyê hêzeke kurd ve bê revandin."