Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin 2024-05-21 09:39:17   STENBOL - Li Stenbolê bi hinceta têkoşîna 1’ê Gulanê, bi ser gelek malan de hate girtin û herî kêm 15 hatin binçavkirin.    Polîsan îro li Stenbolê serê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Di serdagirtinên malan de tevî endamên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Ciwantiya Şoreşger, Federasyona Meclisên Sosyalîst, Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) û Înîsiyatîfa Meclisên Sosyalîst (SMI) herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Fatîhê. Hat destnîşankirin ku kesên hatine girtin, yên di 1’ê Gulanê de ji Saraçhaneyê dixwestin ber bi Taksimê ve biçin û dijî barîkatên polîsan li ber xwe dane ne. Tê payîn ku dê hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.