Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin 2024-05-21 10:17:23   AMED - Hevserokê MED TUHAD FED’ê Kerem Canpolat diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wê hevdîtinên ku hemû aliyan bigire nav xwe pêk bînin û got: “Em ê bi civaka Tirkiyeyê re bên cem hev û em ê bêjin ku muhatabê çareseriya pirsgirêka kurd birêz Ocalan e.”     Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî bi daxuyanî û raporên xwe yên ku amade dikin  û diweşînin, balê dikişînin ser binpêkirinên girtiyên siyasî, lêgerîna tazî ya li girtîgehan, taloqkirina înfazê, sirgûn, serdegirtina qawîşan ên kêfî û dermannekirina girtiyên nexweş. Yek ji girtîgehên ku aktîvîstên mafên mirovan balê dikişînin ser Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ye. Ji ber ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kûrtir bû, girtiyan greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û çareseriya pirsgirêka kurd” dabûn destpêkirin di 4’ê Nîsanê de derbasî qonaxeke nû kirin.     Girtiyan biryar girt ku dernekevin hevdîtinên malbatê, dadgeh û telefonan nekin. Malbatên girtiyan jî ku çalakiya xwe ya "Nobeda Edaletê" dabûn destpêkirin, derxistin asteke nû û her rojên duşeman bi çûyîna ber girtîgehan dest bi çalakiya "Deng bidin azadiyê” kirin. Malbatên girtiyan di heman demê de li dijî tecrîdê li ber avahiya Wezareta Edaletê û avahiyên bajêr ên AKP'ê çalakî li dar dixin.    Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED'ê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û daxwazên girtiyan nirxand.    'GIRTÎ DI ÇALAKIYÊN XWE DE BI BIRYAR IN’    Canpolat da zanîn ku ji ber çalakiyên girtiyan înfazên wan têş şewitandin û bi sepanên kêfî re rûbirû mane û ew wek federasyonê bi sedan serlêdanên binpêkirina mafan wergirtine.    Canpolat anî ziman ku girtiyên di çalakiyê de bi taybetî wan dişînin girtîgehên ji malbatên wan û wiha got: “Du aliyên van sirgûnan hene. Ya yekem tecrîdkirina girtiyê bi birina wî cihên dûr e û ya duyemîn jî dûrxistina ji malbatê ye. Dixwazin girtiyan wisa ceza bikin. Herî dawî ji Riha û Amedê nêzî 50 girtî şandin girtîgehên bajarên dûr ên weke Bûrdûr, Antalya û bajarên Behra Reş. Ji ber protestoyan sirgûn hene, lê girtî di çalakiya xwe de bi biryar in."   Hevserokê MED TUHAD FED’ê Kerem Canpolat   REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ    Canpolat da diyar kir ku li girtîgehan bi ser hezarî re girtiyên nexweş hene û di nav van de girtiyên ku nexweşiyên wan giran in hene. Canpolat anî ziman ku bi zanebûn tedawîkirina girtiyan tê derengxistin û got: “Girtiyên li ber mirinê ne bernadin. Êdî dibînin ku wê girtî bimirin, hê nû berdidin.”    Canpolat da zanîn ku Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan bi hinceta “Nexweşî û kalbûnê” mehkûmên doza 28’ê Sibatê serbest berda, lê girtiyên ku temenê wan mezin ên weke Makbule Ozer di girtîgehê de hişt û wiha got: “Nêzîkatiyeke cuda li hemberî kurdan heye. Li Tirkiyeyê li dijî kurdan nêzîkatiyek din heye. Ev polîtîkaya fermî ya dewletê ye.”    'ŞEWITANDINA ÎNFAZAN NE HIQÛQÎ YE, SIYASÎ YE’    Canpolat  destnîşan kir ku Desteya Rêvebirî û Çavdêriyê ya Girtîgehê rê li ber berdana gelek girtiyan digire yan jî biryara şewitandina înfazê dide û got: “Axaftin, daxwazname û grevê weke hincet nîşan didin. Ji kesekî ku 30 sal in di girtîgehê de ye re tê gotin, 'Tu poşman î yan na?’ tê pirsîn. Sedema herî mezin a paşxistina taloqkirina înfazê ev e. Piştî 30 salan mirov wê ji çi poşman bibe? Ev rewş nemirovane ye. Di nava komîteya biryardanê de meleyek jî heye. Îfadeyên wan tên qebûlkirin û înfaza wan tê şewitandin. Tiştek qanûnî li ser vê yekê tune, ev tenê biryarek siyasî ye.”    'MUXATAB ABULLAH OCALAN E’    Canpolat anî ziman ku malbatên girtiyan ji ber ku di çarçoveya çalakiyê de naçin hevdîtinê bi fikar in û wiha dewam kir: “Ji ber ku parêzer, malbat hevdîtinê nakin, di civakê de dibe sedema fikaran. Sedema sereke ya aloziyên di nava civakê de çaresernekirina pirsgirêka kurd e. Muxatabê vê jî dewlet û birêz Abdullah Ocalan e. Berê jî dewletê ev rê ceriband, me hemûyan dît ku ev rêyeke baş e. Divê bersiva israra rakirina tecrîdê li vir bê lêgerînkirin. Di vê mijarê de hêleke mirovî jî heye; Tu hincet û ravekirina vê yekê nîne. Di zindanek giravê de mirov dikare çi sûcî bike? Ev hemû hincet in.”    DÊ BIÇIN CEM HEMÛ PÊKHATEYAN    Canpolat diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û çareseriya pirsgirêka kurd ew ê civînên ku hemû pêkhateyên Tirkiyeyê tê de cih digirin li dar bixin û diyar kir ku ew plan dikin ku rewşenbîr, nivîskar, mirovên aqilmend û rûspiyan bînin cem hev. Canpolat div ê derbarê de wiha got: "Em ê bi civaka Tirkiyeyê re bên cem hev û diyar bikin ku pirsgirêka lezgîn a li vî welatî divê bê çareserkirin pirsgirêka kurd e û muxatabê çareserkirinê jî birêz Ocalan e."   MA / Mujdat Can