Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin 2024-05-21 12:01:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta tev li pîrozbahiyên Newrozê bûne 5 kes hatin binçavkirin. Bi heman hincetê herî kêm 43 kurd girtî ne.   Dewleta Îranê bi hinceta pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê pêla binçavkirinê didomîne. Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, doh li Rojhilatê Kurdistanê 5 kes bi sedema ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bûne hatin binçavkirin.   Li gor nûçeyê navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hejar Mehmudî, Dilşad Şadab, Basit Qadirzade, Zahir Hacî Pur û Semîh Mehmudî ne.   Beriya niha jî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bi heman sedemê çend kesên din jî hatibûn girtin.   Hêjayî bibîrxistinê ye ji Newroza îsal ve herî kêm 43 çalakvan, hunermend û welatiyên kurd bi sedema tev li pîrozbahiyên Newrozê bûne, li parêzgehên Ûrmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamê hatine girtin.