Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye 2024-05-21 12:32:50   AMED - Şahidê vekirî Umît Akbiyik ê dema li TEM’ê îfade dida anîbû ziman ku parêzerê wî li cem wî ye. Derket holê ku parêzerê Akbiyik di heman rojê û saetê de tev li danişîna dozekî pir şahîdî bûye.    Li Amedê sedan kes ji ber îfadeyên derew ên îtîrafkar Umît Akbiyik tên darizandin. Îro jî danişîna doza derbarê Suleyman Şahîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de hat lidarxistin. Şahîn ê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin, di danişînê de amade bû. Baroya Amedê û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) danişînê şopandin. Îtîrafkar Akbiyik bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.    Serdozgeriya Komarê ya Wanê doza derbarê OHD’ê û Şahîn daye vekirin kire yek. Parêzerê Şahîn destnîşan kir ku OHD saziyekî sivîl a civakî ye û da zanîn ku OHD komeleyekî bi ser mafên mirovan xebatên xwe didomîne.    Akbiyik îdia kir ku Şahîn bi karûbarên îfadeya endamên meclisa ciwanan re eleqedar dibe. Parêzerê Şahîn Baver Mizrak ji Akbiyik vê pirsê pirsî: “Tu Abdullah Bariş (parêzer) nas dikî?” Akbiyik got, “Belê, parêzerê min e.”  Parêzer Mizrak wiha pirsî, “Dema te 32 saetan îfade da, parêzerê te li cem te bû?” Akbiyik diyar kir ku tenê di navberan de parêzerê wî Bariş pê re nebûye.    Parêzera Şahîn Gulan Çagin Kalelî Koçer têkildarî dozê pirsa “Tu heya îro çend caran hatî binçavkirin, çend dozên te yên didomin hene?” ji Akbiyik pirsî. Akbiyik wiha bersiv da, “12-13 caran hatim girtin, doz û lêpirsînên min ên didomin hene.”    Şahid Gulistan Yilmaz a ji girtîgehê bi SEBGÎS’ê tev li danişînê bûye diyar kir ku ew parêzer Suleyman Şahîn û kesa bi navê Arjîn nas nake.    BELGEYÊN DANE DADGEHÊ   Piştre Baver Mizrak mafê axaftinê girt û anî ziman ku parêzer Bariş ê Akbiyik qala wî dike, di heman rojê de tev li danişîna dozekî pir şahid bûye. Parêzer têkildarî vê yekê delîla di dest de teslîmî dadgehê kir. Mizrak got ku parêzer Bariş di dema îfadeyê de serdana girtîgehê jî kiriye û xwe ev yek were lêkolînkirin. Mizrak xwest parêzer Abdullah Bariş wek şahid were guhdarkirin.    Parêzer Kalelî Koçer jî ev tişt gotin: “Îfadeyên Umît Akbiyik dikin mijarên sûcdariyê. Lê belê lêkolînekî şênber nîn e. Divê dadgeh derbarê Umît Akbiyik de giliyê bikin. Divê were lêkolînkirin ku Umît Akbiyik ji van îfadeyên ser dehan kesan dane mefîetekî çawa bi dest dixe.”    Koçer got kirinên OHD’ê dê neyên darizandin û xwest şerta kontrola edlî ya ser muwekîlê wê Şahîn were rakirin.    Dadgeha daxwaza parêzeran red kir û danişîn taloqî 1’ê cotmehê kir.