OHD ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê serî li Meclisê û wezaretê bide 2024-05-22 09:17:18 STENBOL - OHD, wê di çaçroveya kampanyaya bi daxwaza zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê de serî li Meclis û Wezareta Perwerdehiyê bide.  Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê amadekariyên kampanyeyekê dike. OHD, dê di çarçoveya kampanyayaê de bi awayekî fermî serî li Meclisê û Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî (MEB) bide. Li bin daxwaznameya ji bo serlêdanê, wê îmzeya rêxistinên hiqûqê hebe û wê tevî îmzeyan serî li Meclisê û MEB'ê bê dayîn.    'NASNAMEYEKE BÊ zimanê dayikê NABE'   Endamê OHD'ê Baran Elma    Endamê OHD'ê Baran Elma anî ziman ku zimanê dayikê meseleya hebûnê ye û got: "Gava mirov wiha difikire, bê guman zimanê dayikê parçeyeke hebûna mirov e. Nasname jî di çarçoveya zimanê dayikê de tên meydanê û nansameyeke bê zimanê dayikê nabe. Lewma em girîngiyê didin zimanê dayikê û em xebatên xwe yên di vî warî d epêk tînin."    Elma destnîşan kir ku ew mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yê kurdan diparêzin û bibîr xist ku di pergala fermî ya Tirkiyeyê de kurdî esas nayê girtin. Elma got: "Li Meclisê bi xwe jî gava hin parlementer bi kurdî diaxivin kurdî wekî 'zimanê nayê naskirin' tê tomarkirin. Me jî got, çima ev wiha bidome. Paşê me biryar girt ku em daxwaznameyekê ji MEB'ê û Meclisê re bişînin. Me kampanyayeke bi vî awayî da destpêkirin. Me pêwendî bi rêxistinên hiqûqê yên din re jî danî. Me daxwaznameyeke berfireh amade kir û em ê îmzeyê ji rêxistinên din jî kom bikin. Gava pêvajoya îmzeyê biqede em ê daxwaznameya xwe berpêşî meqamên fermî bikin."    Elma bilêv kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê mirov e û divê esas bê girtin.    MA / Omer Îbrahîmoglû