Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat 2024-05-22 10:17:01   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn da zanîn kıu mirina mejî ya girtî Akdogan îro pêk hatiye û got ku destûr nehatiye dayîn ku malbata wî cara dawî bibîne.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li ser hesaba xwe ya X’ê ragihand ku mirina mejî ya girtî Ergun Akdogan ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê dihat ragirtin û îro xistibûn emeliyatê, îro pêk hatiye. Keskîn, da zanîn ku destûr nehatiye dayîn malbata Akdogan cara dawî bibîne.    Keskîn, têkildarî rewşa girtî Akdogan bi rojnameya Yenî Yaşamê re axivî. Keskîn, diyar kir ku hevalê Akdogan ew li qawîşê bi awayekî ku ser hişê xwe çûyî dîtiye û ji ewil birine Nexweşxaneya Bajar a Tekîrdagê û piştre jî rakirine Nexweşxaneya Çam û Sakura yên Başakşehîrê. Keskîn, got ku Akdogan di 14’ê gulanê de hatiye emeliyatkirin û emeliyata wî 7 saet û nîvan domiyaye. Keskîn, diyar kir ku Akdogan piştî emeliyatê hatiye razandin û bijîşkan duh piştî nîvro ji malbatê re ragihandiye ku mirina wî ya mejî pêk hatiye.    DESTÛR NEDAN XATIRÊ BIXWAZIN   Keskîn, wiha bi dawî kir: “Rêveberiya girtîgehê nehişt ku malbat xatirê ji xizmê xwe yê mirî bixwaze. Malbatê xwest xatirê ji Akdogan bixwaze lê fermandarên cendirmeyan destûr nedan. Ji bo bexşkirina organên laş îmze hate xwestin.”