Doza rojnameger Ertaş hate taloqkirin 2024-05-22 14:44:23   AMED - Danişîna doza Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş hate taloqkirin.    Danişîna doza Midûrê ji Karên Nivîsan Bepirsyar ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh cezayê hefsê jê re tê xwestin, piştî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jinûve hat lidarxistin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ertaş û parêzerê wî Resûl Temûr tev li danişînê bûn.    Şandeya dadgehê ji bo nêrîna xwe ya têkildarî encamê binivîse ji dozgeriyê re şand. Şandeyê doz taloqî 10’ê cotmehê kir.    TÊKILDARÎ DOZÊ   Bi hinceta parvekirinên di navbera salên 2015 û 2016’an de li ser medyaya dijîtal kirine, derheqê rojnameger Ertaş de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Di dozê de salek û 3 meh cezayê hefsê hate birîn û biryara “Taloqkirina cezayê” hatibû dayîn. Piştî eşkerekirina biryara bihincet, parêzerê Ertaş di sala 2017’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê jî biryara jinûvedarizandinê da. AYM’ê di biryara xwe de got: “mafê azadiya civîn û xwepêşandanan hatiye binpêkirin.” Li ser vê yekê serî li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dayîn.