Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin 2024-05-23 09:31:05 WAN - Dikandarên li Wanê diyar kirin ku ew êdî penîrê bisîrik ku ji ber krîza aborî her meh bihayê wî zêde dibe, bi xiraman difiroşin. Li Wanê êdî kes wekî berê nikare penîrê bisîrik bikire. Ji lew re ji ber krîzê fiyetê penîr her diçe biha dibe. Di biharê de fiyetê penîrê bisîrok di navbera 170-300 lîreyî de ye. Tê payin ku wê di nêz de careke din biha bibe. Hem welatî hem jî dikandarên Çarşiya Penîrfiroşan a Wanê bi gilî gazinc in.    WÊ CAREKE DIN BIHA BIBE   Tuncer Bîlîcî   Tuncer Bîlîcî ku 24 sal in penîr çêdike diyar kir ku fiyetê penîr li gor bihabûna goşt zêde dibe. Bîlîcî da zanîn ku penîrê ku par bi 150 TL dihat firotin îsal bi 170 TL'yî tê firotin û ew li bendê ne ku di nêz de fiyet careke din biha bibin û wiha got: “Ji ber zêdebûna heqê şivanan û mesrefê heywanan bihayê penîr jî zêde dibe. Em li bendê ne ku piştî 15 rojan careke din biha bibe. Her ku fiyet zêde dibin, eleqeya ji bp penîr jî kêmtir dibe. Krîza aborî bandorê li me dike. Em dikandarên biçûk êdî nemane."    Rustem Apaydin   Rustem Apaydin diyar kir ku ew 40 sal in li bazarê penîr çêdike û wiha got: "Pirsgirêkên aborî yên li Tirkiyeyê di her warî de bandorê li me dikin." Bîlîcî bi bîr xist ku her sal di 15’ê Gulanê de bihayê penir zêde dibe û wiha got: “Niha kîloya penîrê teze ji 170 TL’yî dest pê dike û heya 300 lireyî diçe. Em penîrê dewaran bi 150 TL, penîrê pez jî bi 200 TL'yî difiroşin. Dema ku rêjeya şîr zêde dibe, rêjeya penîr jî zêde dibe. Lewma em li bendê ne dinya germ bibe."    Bîlîcî da zanîn ku ji ber fiyetê êm û kayê bha dibe ew jî ji bêgavî heqê penîr zêde dikin û got ku li gor par karê wan pir kêm bûye.    Abdûllah Kûrt    Abdûllah Kûrt jî ku ji bo penîr bikire dikan bi dikan digere got: "Penîrê ku par min her tim 2 kîlo distand, niha ez bi xraman dikirim."