Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin 2024-05-23 11:01:33   AMED - Bi hinceta parvekirinên li ser hesaba medyaya dijîtal hatine parvekirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz li rojnameger Mehmet Guleş hate vekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal, derheqê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Mehmet Guleş de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” îdianame amade kir. Îdianame ji 2 rûpelan pêk tê û 4 jê nûçeyên wî bi xwe bi giştî parvekirina 5 nûçeyên Guleş li ser hesaba xwe ya “X”ê weke sûc hatin hesibandin.    Nûçeya şînê, vekirina posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di Newrozê de û nûçeya wêneyan a têkildarî Newroza Amedê, nûçeya têkildarî tecrîdê bi parlamenterên Partiya Çepên Kesk re hatiye kirin û nûçeya têkildarî zarokê 5 salî yê li navçeya Elkê ya Şirnexê bi cil û bergên kurdî tev li dawetê bûy û ji ber vê tundî lê hatibû kirin weke sûc hatin hesibandin.    Di îdianameyê de cih da îfadeyên Guleş û Guleş got ku parvekirinên wî xebatekî rojnamegeriyê ye. Îfadeyên Guleş weke “hewl dide xwe ji sûc xelas bike” hate nirxandin. Di îdianameyê de ji bo parvekirinên Guleş ev îdiaye hate kirin: “Bi rêya çapemeniyê hemû rêbazên rêxistinê yên tundî û gefxwarinê rewa dîtiye, gelek caran parvekirin kiriye û propagandaya li pey hev a rêxistinê kiriye.”    Dozger, di îdianameyê de xwest ku Guleş bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” were cezakirin û ji ber “li pey hev ev sûc kiriye” ev ceza were zêdekirin. Dozger xwest ku Guleş bi cezayên 10 meh û 6 mehan were cezakirin.    Îdianameya derheqê Guleş de ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. Danişîna ewil dê di 5’ê îlonê de bê lidarxistin.