Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma 2024-05-24 09:01:01 ÊLIH - Li Êlihê cotkarên ku seravaniyê dikin, anîn ziman ku lêçûnên wan zêde dibin, lê dahata wan wekî xwe dimîne.    Cotkarên ku li bajaroka Giresîran a Êlihê di serayan de firingî, xiyar û îsotan diçînin, ji ber lêçûnan bi gazinc in. Seravan, serê metrekareyê 2 hezar pere xerc dikin. Her wiha heba şitilên firingî û xiyaran jî di navbera 6-14 TL'yan de dikirin.    LÊÇÛN ZÊDE BÛN, DAHAT WEKÎ XWE MA   Mûsa Ozgun ku seraya wî 2 donim e, anî ziman ku ji bo erazî 34 hezar TL heqê kirê daye. Ozgun bilêv kir ku mesrefê avakirin û çandiniya serayekeê 200 hezar TL ye û got: "Lêçûna şitilên li ser 2 doniman 25 hezar TL ye. Heqê ajotina erd 5 hezar TL ye. 9 hezar TL jî heqê gubreyê heywana ye."    Ozgun destnîşan kir ku cihê ku ew zebze difiroşinê jî heqê komisyonê ji wan distîne û got: "Piştî vê eziyetê wê derkeve meydanê ku ka me qezenc kiriye yan em xisirîne. Her wiha ji bo berhevkirinê em çewalan jî dikirin. Benikên ku em dikirin wekî ku pir erzan bin xuya dike, lê paşê lêçûneke mezin derdikeve holê. Em li dijî vê ji kesî re tiştekî nabêjin. Rayedar dengê cotkaran nabihîsin."    Seravan Selîm Onal jî ji ber fiyetê şitil, derman û gubre bi gilî gazinc e. Onal anî ziman ku karkerên ku ji derve tên hemû karê wan dikin û ev jî lêçûnê zêde dike û got: "Gava em hemû lêçûnan hesab dikin em destvala vedigerin malê." Onal diyar kir ku wan 15 hezar Tl heqê şitlan daye û 20 hezar TL jî heqê gubre û got: "Ge rem karkeriyê jî hesab bikin, serê serayeke 60 hezar TL mesref diçe."   Onal da zanîn ku cotkar tim dieciqe û got ku li dijî vê tu tevdîr nehatine girtin.   Onal da zanîn ku li herêmê 300-400 sera hene û got ku cotkarên qeyda wan di Pergala Qeydê ya Cotkariyê (ÇKS) de tune be, sûdê ji desteka dewletê ya ji bo hilberîneran nagirin.