‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’ 2024-05-24 09:14:18 AMED - Welatiyan diyar kir ku divê her kes nerazîbûna xwe nîşanî tecrîda li Îmraliyê bide û gotin: “Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin. Divê em tim di nav çalakiyan de bin.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Girava Îmraliyê tê tecrîdkirin û ev 38 meh in agahî jê nayê girtin. Her wiha 38 meh in agahî ji girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî nayê girtin. Her çiqas Buroya Hiqûqê ya Asrinê nerazîbûn nîşanî vê yekê dide û daxwaz dike ku biçe hevdîtinê jî lê tên redkirin.    Welatiyên li Amedê di 22’yê gulanê de beşdarî çalakiya protestokirina biryara li ser Doza Kobanê bûn, nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê tê sepandin dan.    ‘EM XWEDÎ LI GIRTIYÊN XWE DERKEVIN’    Sebahat Acar bal kişand ku tecrîda li Îmraliyê ku pirsgirêkên civakî zêde kiriye û got: “Hemû nirxên me dizîn. Bi tiştên ku ji me dizîn xwe dewlemend kirin. Em bindest in, ew zalim in, loma jî zilmê dikin. Bi sepandina tecrîdê re her cure zext li ser xelkê ferz kirin. Her çiqas Ocalan di nava tecrîdê de ye jî berxwedana wî lawaz nebû, berovajî hêrs û berxwedan mezin bû. Em berxwedana wî silav dikin.” Acar çalakiya boykotê ya li girtîgehan dewam dike bi bîr xist û wiha got: “Girtî di nava şert û mercên giran de li ber xwe didin. Divê hemû welat dengê ji girtîgehan bilind dibe bibihîze. Ew hemû zarokên me ne. Girtiyên me li wir rastî îşkenceyê tên. Bi awayekî bêguneh dîl tên girtin. Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin. Ji bo rakirina tecrîdê divê em girtiyên xwe biparêzin.”    Kemal Bakan jî anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "Rêberê Gelê Kurd e" û diyar kir ku ji demên berê ve bi sirgûn û darvekirinê rêberên gel ji gelê xwe hatine cihêkirin. Bakan destnîşan kir ku gelê kurd bi salan di gorekê de dîl hate girtin û got: "Rêberê gelê kurd ew axa mirî avêt û gelê kurd ji gorê vejiya."   ‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’    Mehmet Emîn Alkan jî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê ku li hemû girtîgehan belav bûye û wiha got: “Em hemû di bin tecrîdê de ne. Ji bo rê li ber diyalogê vebe û pêvajoya aştiyê dest pê bike divê tecrîd bê rakirin. Bi vê armancê em bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û hemû saziyên navneteweyî dikin; bila karê xwe bikin. Nayê qebûlkirin ku tevahiya gel were tecrîdkirin. Tecrîd tê wateya mirin û pevçûnê. Ji bo derbaskirina van û ji bo ev welat li ser bingehê demokratîk bi cih bibe, divê tecrîd bê rakirin."    Alkan bal kişand ser protestoyên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê tên kirin jî û got: “Heta ku sazî û rêxistinên li derve bêdeng bin, hemû bar dikeve ser milê girtiyên li girtîgehê. Niha hevdîtina telefonê ya bi malbatan re nîne. Ji bo sivikkirina barê wan divê em her tim di nava çalakiyan de bin. Divê em her tim mafê xwe yê çalakiyên demokratîk bi kar bînin.”