Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir xistin ber du lêpirsînan 2024-05-25 09:13:44   STENBOL - Der barê endama Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê Senem Erîş de ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê rastî lêgerîna tazî hat û ji ber çûna qawîşa edliyan qebûl nekiriye bi erdê ve hatiye kişandin, 2 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin.    Rêxistinên ciwanan li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê di 18’ê Gulanê de ji bo bîranîna şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner ên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anîn. Polîsan êrişî çalakgeran kir û 20 kes binçav kirin. Ji kesên hatin binçavkirin yek jê Endama Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endama Koordînasyona Jinên Ciwan Senem Eriş bû. Eriş, piştî binçavkirin bi îdiaya "nehiştiye polîs karê xwe bikin" hat girtin. Eriş, piştî hat girtin li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê 2 caran rastî ferzkirina lêgerîna tazî hat û 15 gardiyanan ew bi erdvê ve kişand. Çendî Erişê nexwest jî, ew birin qawîşa edliyan. Eriş, hê jî di qawîşa edliyan de ye.    JI BER KU LI BER XWE DA DER BARÊ WÊ DE LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN   Hat hînkirin ku der barê Erîşê de du lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin. Sedema lêpirsînan jî ji ber ku Erişê lêgerîna tazî û çûna qawîşa edliyan qebûl nekiriye. Erişê têkildarî van qewimînan peyamek ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) re şand. Erişê anî ziman ku li girtîgehan tecrîdeke kûr heye û got: "Divê em azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deynin orta têkoşîna xwe û em tenê li ser vê hûr bibin. Çimkî wê rizgariya gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê li vir çêbibe."    Erîşê bilêv kir ku divê her kes di warê berxwedana girtîgehan de hesas be û got ku divê ciwan xwe nû bikin û li ber xwe bidin.    MA / Omer Îbrahîmoglû