Ji bo girtiya ku daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin serlêdaneke nû 2024-05-25 09:30:18 ENQERE - Parêzerê girtî Selver Yildirim ku çavên wê ji sedî 85 nabînin û bi hinceta "wê bi berçavkê neyê naskirin" daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin, ji bo peydakirina wesayîtên ji bo astengdaran hatine hilberandin serlêdan kir.  Daxwaza berçavkê ya girtî Selver Yildirimê ku çavên wê ji sedî 85 nabînin, bi hinceta "wê bi berçavkê neyê naskirin" nayê qebûlkirin. Çendî bijîşk gotiye mecbûr e ji ber tavê û ronahiyê berçavkê bi kar bîne jî, ev daxwaza wê esas nayê girtin. Parêzera wê Hulya Yildirim ji bo daxwaza muwekîla wê pêk bê, careke din serlêdan kir.    Parêzer Yildirimê serî li Girtîgeha Jinan a Sîncanê da ku pêdiviyên taybet ên muwkeîlê wê û pirtûkên bi deng, radyo û mercek bên dabînkirin.    Yildirimê di daxawaznameyê de bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya muwekîla xwe û got ku nepeydekirina van amûran û nepêkanîna van daxwazan girtîgehê ji bo muwekîla wê veguherandiye "eziyetê."    Her wiha Yildirimê di daxwaznameya xwe de bal kişand ser Peymana Mafên Astengdaran a Neteweyên Yekbûyî jî û got ku armanca vê peymanê ew e ku hemû girtî bi awayekî wekhev sûdê ji vê peymanê bigirin.    Yildirimê di daxwaznameya xwe de diyar kir ku muwekîla wê nikare pirtûkan bixwîne, nikare televîzyonê temaşe bike û nameyên wê jî hevalên wê jê re dixwînin.    Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku ya lı hemberi muwekîla wê tê kirin tecrîdeke civakî ye.   MA / Firat Can Arslan