Rênas Jiyan: Vîn bawerî û evînê çêdike 2024-05-25 09:41:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Rênas Jiyan bal kişand ser hest, huner û hilberînê û anî ziman ku di berhemekî hunerî de peywira hestan pirr e û wiha got: “Hebûna hestan ne bes e, dirûvandina hestan jî hewce ye.” Hest bêguman ji bo hemû huneran dergûşa afirineriyê ye. Di vê pêvajoyê de temamkara hestan jî hiş e. Ne hestên bêyî hiş, ne jî hişê bêyî hest huner û hunermendiyê dernaxin holê. Dema ev hêman bi hestên takekesî û civakî re tên cem hev jî hilberîna derdikeve holê jî huner bi xwe ye.   Nivîskar û helbestkar Rênas Jiyan têkildarî hest, huner û hilberînê pirsên me bersivandin.     Ji bo afirandin, huner û estetîkê bêguman hest pir girîng in. Di berhemeke hunerî de rola hestan çi ye?      Kesekî/e bêhest tune ye, wê çaxê divê hemû mirov bibûna hunermend, lê nabin, çima?   Di berhemeke hunerî de peywira hestan pir e û bingehîn e, lê belê her tişt bi vê naqede, hebûna hestan ne bes e, dirûvandina hestan jî hewce ye. Carna ez bala xwe didimê di rewşên zêde hestiyar de ez nikarim tiştekî biafirînim, ji ber ku di wê kêliyê de ez nikarim bidirûvînim, hişê min disekine; dirûvandin bi hiş çêdibe, ango li gel hestan hiş jî pêwîst e. Kesekî/e bêhest tune ye, wê çaxê divê hemû mirov bibûna hunermend, lê nabin, çima? Ji ber ku nikarin hestên xwe bifesilînin, ên dikarin hestên xwe bidirûvînin dibin hunermend. Li gel hebûna hestan zanîn jî hewce ye. Min di pirtûka xwe ya dawî “Êvar încas in şev kersele” de bi navê “helbestên zanistî” (poems scientifique) hin helbestên nû nivîsandine. Ev, wêjeyeke ezmûnger e, nû ye, min bi peyvên zanistî wek “fotosentez, retîna” û hwd helbestine nû ceribandine. Di vir de armanca min zanistiya hestan bû. Min xwest ez bi peyvên zanistiyê helbestê û her wiha cîhana hestan berfireh bikim. Termînolojiya hestan, hestên termînolojîk… min xwest ez vêya pêk bînim di helbestê de.    Hest, çima lewaz dibin û li paş dikevin. An jî gotina ‘Hunera berê cuda bû’ çima tê gotin?      Kurd gava ciwan in “vîn”a wan zêdetir e, gava hinekî pîr dibin vîna wan lawaz dibe û dev ji her tiştî berdidin; şoreş, welat, evîn, huner giş ji bo wan wateya xwe winda dike.    Ji ber “vîn”ê. Vîn hestan geş dike. Gava vîn qels dibe hest jî pê re dest bi qelsbûnê dikin. Vîn bawerî û evînê çêdike. Vîn (îrade) ji xwestinê çêdibe, kesê vîndar kesê “xwazgîn” e, dixwaze. Ger mirov nexwaze, tê wê wateyê di wî de hest qels bûne, vemirîne, zerhimî ne. Vîn ji bo min têgeheke pir girîng û nazenîn e, hem wek peyv û hem jî wek wate pir kêfa min jê re tê. Herî dawî min bi navê “Vînya” helbestek nivîsand. Kurd gava ciwan in “vîn”a wan zêdetir e, gava hinekî pîr dibin vîna wan lawaz dibe û dev ji her tiştî berdidin; şoreş, welat, evîn, huner giş ji bo wan wateya xwe winda dike. Ez ji çavdêriyên xwe pê dizanim, xwendekarên kurd gava zanîngehê dixwînin û hê ciwan in pirtir ji helbest û wêjeya min hez dikin, lê piştî zanîngeh diqede ew hezkirina wan qels dibe, hez dikin lê ne wek berê. Gava ciwan in hestên wan xurt in, gava pîr dibin hestên wan lawaz dibin û ji huner û helbestê dûr dikevin. Bi hestên kêm mirov nikare nêzîkî huner û helbestê bibe. Li hemû welatên dinyayê gava mirov hinekî navsere û pîr dibin bêtir nêzîkî xwendin û huner û zanînê dibin, lê kurd gava ciwan in pirtûkan dixwînin, hunerhez in, zanînger in, û dûre gava ciwanî diqede sist dibin, ne xwendina pirtûkan dimîne, ne huner, ne zanîn… lê gerek tam dijberî vê be, gerek kurd piştî zanîngeh û ciwanî biqede li xeyal û doz û armancên xwe kûr bibin. Li gorî îdeolojiyan jî lawazî ya jî xurtiya hestan çêdibe. Hinek îdeolojî di wan de hest hindik in, bêtir mekanîk in; hinek jî hest di wan de pirtir in, bêtir organîk in. Kêfa min ji ekol û îdeolojiyên bêhest re nayê.   Gelo ferqa hestên salên 90’î, û niha çima ji hev gelek cuda ne, çima her ku diçe ji aliyê hestan ve paşveçûnek heye? Hestên ku paş ve diçin dê çawa vegerin?     Di hunerê de, çi wêje, çi sînema, çi şano heke çîrokeke te ya xweş hebe hunera te serkeftî ye; di siyasetê de jî wiha, çîroka te mezin be, jidil be, mirov didin dû te.   Kurd li gorî do wek kêm hestiyar bin xuya dikin lê ne werê ye. Di kurdan de hestên polîtîk kêm bûne lê hestên neteweyî zêde bûne, ev tiştekî baş e. Gava mirov ji vê nêrînê lê mêze bike her tişt rindtir tê famkirin. Netewetî ekleke wê heye, yekîtî û serkeftinê çêdike. Kurdan hesta neteweperweriyê hîn tam tehm nekiriye, hesta neteweperweriyê hesteke xweş e, hesta kombûnê, hesta girseyî hesteke xweş e.   “Çîrok” ji bo hestan pir girîng in, di salên 90î de çîrokeke me hebû, niha jî heye helbet. Ez di jiyanê de pir guh didim çîrokan, heke çîrok tune bin em ê li vê dinyayê ji acizî bibeecin. Ev hebûn, ev gerdûn, pirsên ontîk… heke ne ji çîrokan be vana nakewin, aş nabin.   Çîrok mişt hest in, hestçêkir in, mirov di hest û hestiyariyê de zehf pêş dixin. Di hunerê de, çi wêje, çi sînema, çi şano heke çîrokeke te ya xweş hebe hunera te serkeftî ye; di siyasetê de jî wiha, çîroka te mezin be, jidil be, mirov didin dû te.   Ez ji wêjeya bêçîrok a “Nouveau Roman” (romana nû) bawer nakim, jixwe “Nouveau Roman” wek reşêşkeke havînî bariya û çû; ez ji surrealîzma bêçîrok û post-struktralîzma bêçîrok bawer nakin, vana xwe bê çîrok kuşt. Her wiha hewce nake hunera kurdan ji bermayiyên ewropî xwe têr bike, ewropiyan çîrokên xwe qedandin, hîn çîrokên me pir in. Divê çîrok û ekol û şêwazên kurdan ên nû hebin. Jiyana mirovan çîrokek e, temen çîrokek e, çîrok tiştekî xwezayî û jixweber e. Mirov li dinyayê nikare bê çîrok bijî. Heke çîrok tune bin wê mirov têkevin qeyranan û ji zoran xwe bikujin. Huner û wêje bi çîrokan mirov û êşa mirov a gerdûnî û ontîk û cîhanî û yezdanî hinekî teselî dike. Ji ber wê, ji ber çîrokparêziyê, vê dawiyê min hewl da ez “helbestên roman”kî binivîsim, vana di pirtûka min a dawî de hene. Çawa romanên helbestî hebûna îcar jî divê helbestên romankî hebûna. Di van helbestana de mîna romanan karakter û mijar û hurgilî û dem û cî giş hene. Min li ser bûyera azadîxwazên ku meytên wan li peyarêkan hatibû binaxkirin helbesteke romankî nivîsandiye: “Miriyên Peyarêkan”.     Gelo ya ku hest û afirîneriya hunerî xurt dike çi ye?     Brunetiere gava berhemekê rexne dike, zayîna wê berhemê lêkolîn dike; ew berhem çawa çêbûye, ji çi çêbûye, çawa pêş ketiye, çi kiriye, çi xwariye?   Hest bi çi xurt dibûn, min bersiva vêya bîska din da; di vir de ez dixwazim hinekî qala rexneya Ferdinand Brunetiere bikim, ji ber ku rexne afirîneriyê xurt dike. Rexneya Brunetiere rexneyeke “peresan”î ye, li ser teoriya Lamarck û Darwin ava dibe. Brunetiere peresan li rexneyê aniye, guncandiye: Wêje dizê, dijî, dimire; dûre ji bermayiyên wê wêjeyê wêjeyeke din çêdibe. Wêje ji hev naqete, pev girêdayî ye, yek li ser yekê şîn tê. Wek çawa koka hemû zindiyan yek be koka wêjeyê jî yek e û ji hev dizê, pir dibe. Wêjeya xurt temendirêj e û a qels emirqut e… Brunetiere gava berhemekê rexne dike, zayîna wê berhemê lêkolîn dike; ew berhem çawa çêbûye, ji çi çêbûye, çawa pêş ketiye, çi kiriye, çi xwariye? Brunetiere di rexneya xwe de wêjeyê wek tiştekî biyolojîk dihesibîne. Berhem ji bo mezin bibe xurek jê re hewce ye, divê çavkanî hebin ku jê bixwe, vexwe. Sainte Beuve di rexneyê de pir li ser nivîskar disekinî, li ser jiyana nivîskar disekinî; jiyana nivîskar a teybet an jî gelemper, her tiştê nivîskar ji bo Sainte Beuve alav û amûra rexneyê bû, lê Brunetiere li nivîskar (li yekî) nanêre, li hemû cureyê dinêre, li her celebî dinêre. Cureya wêjeyê, axa jê çêbûye, derdora wê, mercên jiyana wê, kişwera wê, zext û zorên wê… A wêjeyê xurt û qels dike û afirîneriyê pêş û paş dixe ev hêman û alav giş in.    Hunermend di nava hestên gel û hestên takekesî de tên û diçin. Gelo hûmermendek divê kîjanê hilbijêre? Yan jî li gorî we huner ji bo gel e an ji bo hestên takekesî ye?     Hunermend çiqasî di navbera hestên takekesî û civakî de here û were wê ew meş, ew hereket, ew îdman, wî ewqasî xurt û tendurist bike.   Herdu jî. Hunermendê bêcivak kêm e, hunermendê bê-xwe kêm e. Hunermend çiqasî di navbera hestên takekesî û civakî de here û were wê ew meş, ew hereket, ew îdman, wî ewqasî xurt û tendurist bike. Mirov di nava gel de dijî, gel di nava mirov de dijî.       Di rejîmên totalîter û otorîter de hunera ji bo gel ne karekî ev çend hêsan e, her kes nikare xwe tê de derxe, dil jê re lazim e. Ji ber wê, ji bo gelên wek kurdan, ên bindest, divê nivîskar ya jî hunermend bala wî li ser gelê wî be. Lê ne ku îdeolojiyan îstîsmar bike (bixapîne) û li ser navê hunera gel, gel bike alav, tariş, bireser, bê qîmet… Hunera takekesî jî li gorî min biqasî hunera gel girîng e. Di vir de ez dixwazim vê bêjim, hunera takekesî divê bi hestên rasteqîn bê çêkirin, ne bi hestên henekan û derewan. Di roman û helbestê de lîstina bi peyvan tiştekî baş e lê tenê lîstina bi peyvan wêjeyê nake wêje, divê di helbestê de hest hebe, divê helbest li ser derdekî ava bûbû, helbest ne lîstika peyvan e, dirûvandina hestan e.   MA / Racî Abî