Namzeta Hevşaredariyê ya Periyê: Em ê şaredariya xwe ya hatiye xespkirin paşve bigirin 2024-05-25 10:39:38 DÊRSIM - Namzeta Hevşaredariyê ya Periyê ya DEM Partiyê Naciye Aslan, wiha got: “Em ê şaredariya xwe ya bi rêbazên antîdemokratîk ji me hate wergirtin em ê di 2’yê hezîranê de bi paş ve bigirin. Em ê li projeyên xwe yên nîvî mayî yên nû zêde bikin û ji bo gel bixebitin.” Li bajarokê Perî yê girêdayî navçeya Mazgêrt a Dêrsimê, hilbijartinên di 31’ê Adarê de hatin kirin li ser îtîraza AKP’ê tên nûkirin. Hate îdiakirin ku li sindoqa ku li Taxa Ors hatiye avakirin ji aliyê lijneya sindoqê ve pisûleya şaredariyê nedane nêzî 20 hilbijêran. Serlêdana têkildarî vê îdiayê li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hate kirin, hate qebûlkirin. Li ser îtîrazê li bajarok hilbijartin hatin betalkirin û biryar hate dayîn ku di 2’yê hezîranê de hilbijartin jinûve bê kirin.    Şaredariya Periyê ku serdema beriya niha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dest xistibû, di 13’ê mijdarê de qeyûm hate tayînkirin. Ji bo şaredariya ku ji sala 2019’an ve bi qeyûm tê bi rê ve birin Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tifaqa Dêrsimê xebatên xwe didomînin.    Namzetên Hevşaredariyê yên Periyê Orhan Çelebî û Naciye Aslan ji bo ku şaredariya hatiye xespkirin bi gel re birêvebibin, lez dan xebatên hilbijartinê.    Namzeta Hevşaredariyê Naciye Aslan (52) diyar kir ku piştî qeyûm hate tayînkirin gel hate mexdûrkirin û anî ziman ku deriyên şaredariyê li gel hatin girtin. Aslan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirov bi pir pirsgirêkan re rû bi rû ne, weke pirsgirêka rê, nemayîna ciwanan a li bajarên xwe gelek pirsgirêk derketine holê.”   Namzeta Hevşaredariyê Naciye Aslan   ‘EM Ê DERFETÊN XEBATÊ ZÊDE BIKIN’     Aslan, anî ziman ku têkildarî navçeyê gelek projeyên wan hene û ev tişt gotin: “Qadeke ciwanan ku lê bixebitin tune ye. Ji bo ku qadeke wan a xebatê nîne jî ciwan neçar dimînin an li derveyî bajêr an jî derveyî welat bixebitin. Ji ber vê yekê nifûsa Periyê zêdetir ji kal û pîran pêk tê. Perî ya ku beriya niha nifûsa wê 7 hezar bû niha ketiye 2 hezaran. Em ê weke DEM Partiyê derfetên xebatan zêde bikin û bikin ku ciwanên me li bajarên xwe bixebitin. Li gel vê yekê em ê meclisên gel ava bikin û bi gelê xwe re projeyên xwe diyar bikin û têxin meriyetê. Dîsa em dixwazin li gel jinan bi koperatîfan tiştan bişînin derve.”   ‘EM Ê PIŞTGIRIYA ÇANDINÎ Û SEWALKARIYÊ BIKIN’    Aslan, destnîşan kir ku ji ber krîzên heyî li bajarok çandinî û sewalkarî nikare were kirin û wiha got: “Ji ber derfetên mirovên me nîne nikarin zeviyên xwe bikêlin. Neçar dimînin kirê didin kesên li derve.” Aslan, diyar kir ku weke şaredarî dê vê pirsgirêkê çareser bikin û wiha domand: “Ji bo ku gel bikare zeviya xwe bikarbîne, em ê bi derfetên şaredariyê amûrên weke traktor û biçerê alîkariyê bidin gel. Em armanc dikin ku gel xwe bi xwe qezenc bike. Li vir mêşvanî tê kirin. Lê polîtîkaya dewletê zirarê dide sêwalkariyê. Em ê bi endezyarên ziraetê re xebatên agahdariya mêşvanan bidin destpêkirin.”   Aslan, anî ziman ku dê bi zimanê dayikê yê gel xizmetê bidin gel û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bi kurdî û pir zimanî xizmetê bidin. Em ê qursên kurdî vekin. Em ê şaredariya xwe ya bi rêbazên antîdemokratîk ji me hate wergirtin em ê di 2’yê hezîranê de bi paş ve bigirin. Em ê li projeyên xwe yên nîvî mayî yên nû zêde bikin û ji bo gel bixebitin.”