Zarokek ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ hatiye cezakirin 2024-05-25 10:43:22 AMED - Li Amedê xwendekarek lîse ji ber parvekirina “Dîktator Erdogan” hat cezakirin û hinceta cezakirinê jî wek rexneyek giran hatiye nîşandan.    Li Amedê der barê xwendekarê lîseyê Yusuf S. de 8’ê kanûna 2022’yan bi îdiaya “heqareta li serokkomar” lêpirsîn hat destpêkirin. Bi hinceta ku xwendekar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ji Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan re gotiye, “Dîktator Erdogan” lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 22’yê çileya 2024’an de îdianameya der barê Yusuf. S. de amade kir û 2’yemîn Dadgeha Zarokan a Amedê doznameyê qebûl kir. Di danişîna ewil a dozê de salek cezayê hepse li Yusuf S. hat birîn. Dadgehê ceza kêm kir û daxist 7 meh û 23 rojan û biryara hikûm were taloqkirin da. Di hinceta cezakirinê de jî hatiye gotin ku Yusuf. S. “rexneya giran” li Erdogan kiriye û ev bûye hêmana sûc.