Jinan di çalakiya 'azadiyê' de pirtûk xwendin 2024-05-25 13:38:19 ÎZMÎR - Bi pêşengiya TJA'yê li Îzmîrê di çarçoveya kampanya "Deng bide azadiyê" de çalakiya xwendina pirtûkan hat lidarxistn.  Li Îzmîrê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Deng bide azadiyê" de li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê bi beşdariya welatiyan çalakiya xwendina pirtûkan hat lidarxistin.    Di çalakiyê de nivîsên "Hevjiyana azad",  "Di neteweya demokratîk de hevjiyana azad" û "Jiyana mirovan, ji bo pêşketina têgihiştina heqîqetê mucizeyek e" hatin xwendin.    Beriya çalakiyê aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku li dijî tecrîdê girtiyan çalakiyek dan destpêkirin û got: "Divê çarçoveyê de me jî çalakiyeke bi vî rengî da destpêkirin. Tecrîd bandorê li tevahiya civakê dike. Îro rêveberê pêvajoyê di bin tecrîdê de ye. Ji bo civak demokrasiyê ava neke û rêvebertiya xwe neke tecrîd tê sepandin."   Piştî xwendinê çalakî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.