Behsa êrişa li Licê kirin: Gund hat gulebarankirin, nehiştin em derkevin derve 2024-05-25 19:12:49 AMED - Li Licê welatiyan bereksê gotinên Wezîr ên der barê Mehmet Yildirimê hat qetilkirin de, gotin ku Yildirim sivîl bûye. Leşkeran kurê Yildirim ê 15 salî jî ji malê derxistin û ew li derve serdevkî dirêjkirin.  Li gundê Nenyas ê Licê ya Amedê, duh êvarî bavê 4 zarokan Mehmet Yildirim (45) hat qetilkirin. Piştî Yildirim jiyana xwe ji dest da, Alî Yerlî Kaya li ser hesabê xwe yê medyaya sanal îdia kir ku Yildirim di "lîsteya gewr" de bûye û kiryarê gelek bûyeran bûye.    Pitî bûyerê em çûn gund û me hevdîtin bi şêniyên gund re kir. Gundiyan gotin ku Yildirim sivîl bûye û bavê 4 zarokan bûye.    Welatiyan anî ziman ku Yildirim sivîl bûye û zarokê wî yê herî biçûk 5 salî ye û gotin ku leşker salê çend caran dıavêtin ser mala Yildirim û bavê wî.    Welatiyan ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê wan bê eşkerekirin, dan zanîn ku êvarî saet li dor 22.14'an pîqabek hatiye gund û piştî wê bi 5-10 deqeyan leşkerên li deverên qelaç ên gund bûne gund gulebaran kirine û paşê mala Yildirim gulebaran kirin. Piştî dengê çekan leşker ji sê milan ve bi wesayîtên zirxî ketine gund.    Gundiyan diyar kir ku piştî dengê çekan dengê mirovan jî hatiye û gotin ku ew deng dengê kesekî birîndar bûye. Gundiyan gotin ku dibe ku Yildirim gava birîndar bûye hatiye kuştin. Welatiyan da zanîn ku piştî dorpêça leşkeran bi dawî bûye derketine derve û ratsî cenazeyê Yildirim nehatine, lê belê li erdê xwîn dîtine.    Welatiyan diyar kir ku di dema dorpêçê de hem ji ber dengê çekan hem jî ji ber anonsên leşkeran nikaribûne derkevin derve û gotin ku leşker bi liv û tevgerên xwe zor dane wan. Welatiyan bereksê Wezîr Yerlikaya ku gotibû "di pevçûnê de hatiye bêbandorkirin" bilêv kirin ku ji ber dengê çekan zede bûye pê dernexistine ku pevçûn bûye yan na.    Welatiyan diyar kir ku piştî deng ji çekan biriyaye leşkeran avêtiye ser mala Yildirim. Ji zarokên Yildirim A.Yildirim tiştên duh bi şev hatine serê wan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.    A. Yildirim bilêv kir ku bi şev bi dengê çekan şiyar bûne û got ku ew, dêya wî û xwişk û birayên wî yên 13, 8 û 5 salî li mal bûne. Yildirim wiha domand: "Min ronahî vêxistin û ez çûm şaneşînê. Min dît gotin' dernekeve derve.' Nedihiştin em derkevin derve. Gava yekî serê xwe derxista çek diteqandin. Cîran jî dixwestin derkevin derve, lê leşkeran nedihişt.    Yildirim ragihand ku piştî deng ji çekan biryaye leşker hatine mala wan û wî û dêya wî birine şaneşînên cüda û ser wan kontrol kirine. Yildirim diyar kir ku paşê wî ji hundir derxistine û jê re gotine "Tu bide pêşiya me" û ew birine xaniyê vala yê bin wan.    A. Yildirim da zanîn ku paşê leşkeran ew biriye cem wesayîtên zirxî berê wî dan wesayîtan û jê re gotine "çavên xwe veneke" û got ku gava wî derxistine derve wî li ber wesayîta zirxî serdevkî dirêj kirine.