Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin 2024-05-26 12:52:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî daxwaza mala xwe ya hatiye desteserkirin dikir revand û wesayîta wî xesp kirin.  Sepanên dermirovî yên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; koma paramîlîter a bi navê Tugaya Sûltan Mûrad, li Taxa Zeydiyeyê ya bajar welatiyek revand û wesayîta wî xesp kirin. Hat zanîn ku welatiyê hatiye revandin Miheydîn Mihemed ê 41 salî ye û ji gundê Kopikê yê navçeya Mabatayê ye. Hat zanîn ku mala Mihemed ji sala 2018’an heta niha ji hêla komên paramîlîter ve hatiye xespkirin û dema Mihemed daxwaza mala xwe dikir hate revandin.