Di rojekê de li Derayê 6 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin revandin û 2 kes hatin kuştin 2024-05-26 16:15:19   NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê da zanîn ku li herêma Derayê ya Sûriyeyê di nava 24 saetan de 6 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin revandin û 2 kes hatine kuştin.    Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku endamên Tûmena 8’an a hikûmeta Sûriyeyê ku ji aliyê Rûsyayê ve tê destekkirin, li Derayê girtin ser konekî erebên bedû yên ji eşîra Riwêdan û ji eşîrê 6 kes hatin binçavkirin.    Bi domdarî hat destnîşankirin ku li bajarê Hîrak a gundewarê rojhilatê Derayê ciwanek û li herêma Lucat (75 km dikeve bakurê Derayê) efserek û endamekê Koma 9’an hikûmeta Şamê hatin revandin.   SOHR’ê, diyar kir ku li bajarê Senemên ê bakurê Derayê jî welatiyek ku ji bo îstîxbarata leşkerî ya Şamê kar dikir, di êrişa çekdarên nenas ve hat kuştin. SOHR’ê ragihand ku li gundewarê rojhilatê Derayê jî çekdarên nenas rasterast gule li jinekê û ciwanekê reşandin. Di encama gulebaranê de jinê jiyana xwe ji dest da û ciwan jî birîndar bû.