Nexweşê ku xwe di paceya nexweşxaneyê de avêtibû jiyana xwe ji dest da 2024-05-26 18:46:35   MÊRDÎN - Nexweşê ku dema li servîsa psîkîyatriyê ya qata sêyemîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê dihate razandin xwe di paceyê de avetibû û giran birîndar bûbû, piştî 25 rojan jiyana xwe ji dest da. Şaxa SES’ê ya Mêrdînê di rapora ku amade kir de xemsarî rêz kirin.    Nexweşê bi navê Mûrat Çîçek ku li servîsa Psîkîyatrî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê ya Mêrdînê dihate tedawîkirin, piştî ku di 1’ê gulanê de hesinên li ber paceya odeya xwe ya li qata 3’yêmîn şikandin, xwe avête xwarê û bi giranî birîndar bû. Çîçek ê sewqî Enqereyê hate kirin, duh bi şev li nexweşxaneya lê dihate tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Lêpirsîna têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin didome. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Mêrdînê rapora têkildarî bûyerê amadekirî bi raya giştî re parve kir.    Di rapora ji aliyê SES’ê ve hat amadekirin de; Hat diyarkirin ku di pergala tenduristiyê de tenduristiya gel bi temamî ji holê hatiye rakirin, liyaqet nemaye û xemsariya têkildarî bûyerê hate rêzkirin.   ‘HÊJ DÊ ÇEND BEDEL BÊN DAYÎN?’   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku derbarê rayedarên tedbîr negirtine de divê ji aliyê saziyên têkildar lêpirsîn were destpêkirin û wiha hate gotin: “Divê demildest kesên nikarin bi rê ve bibin û sendîkavaniyê û rêveberiyê tevlihev dikin ji peywîrê bên wergirtin. Em bang li Wezareta Tenduristiyê dikin; Divê hêj çend kesên din întîhar bikin ku rêveberiya nexweşxaneyê berpirsyartiya qanûnî ya dikeve ser milê wê pêk bîne û hawîreke xebatê ya ewle ava bike. Ji bo ku ewlehiya nexweş û xebatkaran bê wergirtin divê çend bedelên din bên dayîn.”