Li Mêrsînê rêzeqeza çêbûn: 10 kes mirin 30 kes birîndar bûn 2024-05-26 21:35:02   MÊRSÎN - Di rêzeqezaya li ser Rêya Edene û Mêrsînê çêbû de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.    Li ser Rêya Tarsûs-Edene-Dîlokê (TAG) li herêma Yenîceyê ji ber mija zêde û şemitînê rezeqezayeke ku otobusek û gelek wesayît tev li bûn çêbû. Piştî qezayê beşeke rê hate girtin û tîmên agirkujiyê û ambûlans sewqî herêmê hatin kirin.    Waliyê Mêrsînê Alî Hamza Pehlîvan ê têkildarî qezayê daxuyanî da, ragihand ku li gorî tespîtên ewil 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne.    Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.