ROJEVA 27'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-27 09:00:32   * Rojnamevan Esra Solîn Dal a ku nûçeyên wê yên têkildarî tecrîda li Îmraliyê kirin sedema binçavkirin û girtina wê wiha got: “Li gorî mewzûatê mafên Abdullah Ocalan hene. Nedayîna van li dijî hiqûqê ye, ji ber vê yekê weke rojnamevanekê ragihandina vê rewşê ya ji civakê re ne sûc e.”    * Xwişka girtî Şakîr Akkûrt ê 30 sal in girtiye û berdana wî 6 mehan hatiye taloqkirin, Şukran Akkûrt wiha got: “Ez vê zilmê qebûl nakim.”   * Hilbijêran diyar kirin ku di dema qeyûm de li bajarokê Periyê tu xizmet ji wan re nehate kirin û destnîşan kirin ku li dijî desteserkirina vînê dê li ser sindoqan bin û dê dengê xwe ji bo xizmetê ve bikar bînin.    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo “Sohbetên Dilan” 99 hezar lîre dane Nîhat Hatîpoglû.    * Beşîr Ozkiliç ê li Sêrtê dijî, pîşeya xwe ya tamîrkirina pêlavan ku di 9 saliya xwe de weke berhoste destpêkiribû 50 sal in bi hezkirin didomîne.    * DEM Partî dê li navçeya Curnê Reş û bajaroka Periyê ya Dêrsimê xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (11.00)    * Şîna Mehmet Yildirim ê li navçeya Licê ya Amedê hate qetilkirin dê bi awayekî girseyî were ziyaretkirin. (12.30)    * Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê geşedanên di rojevê de li Meclisê binirxîne. (13.30) ZINDΠ   * Malbatên girtiyan dê li gelek bajaran çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Enqereyê dê berdewam bike. (15.00-17.30)