Ji bo 13 bajaran bi koda zer hişyarî hate kirin 2024-05-27 09:19:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 13 bajaran bi koda zer hişyarî kir.    Li gorî rapora nirxandinê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê; dê seranserî welêt biewr be. Tê texmînkirin ku li Stenbol, Kocaelî, Sakarya, Dîlok, Semsûr û Kîlîsê baraneke zêde bibare.    Midûriyetê ji bo bajarên Enqere, Çorum, Eskîşehîr, Kayserî, Kirşehîr, Konya, Nevşehîr, Nîgde, Sêwas, Yozgat, Aksaray, Karaman û Kirikkaleyê jî bi koda zer hişyarî da.