Cezayê muebeda girankirî li zarokê 17 salî hat birîn 2024-05-27 10:13:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayê muebeda girankirî li Zaîm Hişman Elî (17) yê ku di dema êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû girtin, hat birîn.    Li gorî mevzuata Tirkiyeyê; cezayê muebeda girankirî nikare li kesên di bin 18 salî de bê birîn. Lê belê derket holê ku cezayê muebeda girankirî li Zaîm Hişman Elî yê 17 salî ku di dema êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû girtin, hatiye birîn.   Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Yaşamê; beriya ku Zaîm Hişman Alî 18 saliya xwe tije bike yanî hê 2 meh û 11 roj jê re maye temenê xwe tije bike cezayê muebeda girankirî lê hatiye birîn. Di nûçeyê de tê gotin ku Zaîm Hişman Alî 13’ê cotmeha 2019’an dema êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Til Ebyadê de tê binçavkirin û wî di 8’ê mijdara 2019’an de tînin Tirkiyeyê û di 13’ê mijdara 2019’an de jî tê girtin. Di 26’ê hezîrana 2020’an de di celseyekê de cezayê muebeda girankirî lê tê birîn û hat destnîşankirin ku Dadgeha Îstînafê di 23’ê îlona 2020’an de û Dadgeha Bilind (Yargitay) jî di 16’ê sibata 2022’yan de cezayê Alî erê dikin.