Ji ciwanê ku ji bo gerê hate Mêrdînê agahî nayê wergirtin 2024-05-27 10:13:52 MÊRDÎN - Ji Şeyhmûs Bûran ê ji bo gerê hate Mêrdînê, ji 24’ê gulanê ve agahî nayê wergirtin.  Ji ciwanê bi navê Şeyhmûs Bûran ê ji bo gerê di 24’ê gulanê de ji Îzmîrê hate Mêrdînê 4 roj in agahî nayê wergirtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Bûran ê li Beşa Bazarkirina Dîjîtalê ya Zanîngeha 9 Eylulê ya Îzmîrê xwendekar e, herî dawî ji bo ji navçeya Qoserê biçe cem hevalên xwe yên li Taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklûyê bi rê ket. Ji wê rojê ve ji Bûran agahî nayê wergirtin.    Malbata Bûran ji bo lawê xwe serlêdana winda bûye kir. Malbat di nava fikaran de ye ku lawê wan hatibe revandin.