DEM Partiyê bang li AKP’ê kir ku ‘têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re’ qût bike 2024-05-27 12:27:33   ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bang li AKP’ê kirin ku têkiliyên xwe yên bazirganî û leşkerî yên bi Îsraîlê re qût bike.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan êrişa Îsraîlê ya duh bi şev li dijî wargeha konan a li bajarê Refah ê li Şirîda Xezayê şermezar kirin.    Hatîmogûllari, di peyama xwe ya li ser hesaba xwe ya X’yê de diyar kir ku hikumeta Îsraîlê di komkujiyê de sînoran nas nake û got: “Em êrişa artêşa Îsraîlê ya li dijî konên filistîniyên li bajarê Refahê yê Şirîda Xezayê ji cihê xwe bûne bi awayekî herî tund şermezar dikin. Ev êrişên ku narawestin, nîşaneya ku hikumeta Îsraîlê di komkujiyê de sînoran nas nake ye. Sedema herî mezin a berfirehkirina êrîşan ji Refah re helwesta dewletên cîhanê û bi taybet dewletên herêmê ye ku rê li ber komkujiyê vekirine ne. Ji bo ku şer bisekine divê welat dev ji helwestên xwe yên riyalî berdin.”   ‘DIVÊ DEMILDEST AGIRBEST WERE ÎLANKIRIN’    Hatîmogûllari ya di berdewama peyama xwe de got ku “Yekane rêya sekinandina vê komkujiyê ew e ku gelên cîhanê bi gelê Fîlîstînê yê mezlûm re di nava piştevaniyê de bin û bang li hikûmetên xwe bikin ku li dijî Îsraîlê helwesteke aktîf nîşan bidin e” û xwest demildest agirbest were îlankirin. Hatîmogûllari diyar kir ku li cem gelê Filistînê ne û dê bilindkirina îtîraza xwe bidomînin.    BANGA ‘TÊKILIYÊN LEŞKERÎ Û BAZIRGANÎ QÛT BIKE’    Hevserokê Giştî Bakirhan jî di parvekirina xwe de diyar kir ku hikumeta Netenyahû li dijî Refahê êrişên ku sûcê mirovahiyê di nava xwe de dihewînin didomîne û ev tişt gotin: “Li ber çavên cîhanê li dijî filistîniyên mezlûm komkujiyek pêk tê. Dewletên cîhanê li dijî vê bêdeng dimînin dibin hevkarê sûc an jî vîneke xurt ku bikarin Îsraîlê bidin sekinandin nîşan nadin. Em hikumeta Netenyahî ya komkujiya xwe li Refahê didomîne şermezar dikin. Em bang ne li dewletan li gelan dikin. Divê herkes li cihê ku lê ye ji bo gelê Filistînê yê mezlûm îtîraz bike, hikumetên xwe neçar bikin ku li dijî komkujiyê gavan biavêje.”   Bakirhan, destnîşan kir ku AKP ji roja ewil ve li hemberî êrişên li dijî gelê Filistînê bertekên riyalî nîşan dide û got: “Em bang li AKP’ê dikin; dest ji avakirina ferasetê berde. Hemû têkiliyên xwe yên leşkerî û bazirganiyê qût bike.”   ÇI QEWIMÎ BÛ?    Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê balafirên şer ên Îsraîlê bombe li konên filistîniyên ji cihê xwe bûne ku nêzî herêma depoyên Ajansa Avadanî û Alîkariya Penaberên Filistînî (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bakurrojavayê Refahê dijiyan, barandibûn.